ROJVA 20'Ê ÇILEYA 2020'Î

  • 09:00 20 Çile 2020
  • Rojev
*Jinên ji bajarê Serêkaniyê ku ji ber êrîşên dewleta tirk koçberî gundê Kobanê bune, bi boneya  2’emîn salvegera dagirkirina kantona Efrînê û êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmê bertekên xwe anîn ziman û wiha gotin: "Dewleta tirk di hemû deman de êrîşî heremên me dike, gelên van herêman qetil dike û yên mayî jî neçarî koçberiyê dike. Hemû deverên di bin dagirkirina dewleta tirk de ji mirovan re bûne dojeh." DÎMEN HEYE
 
*Jinên Efrînê yên ku di berxwedana Serdemê de ji şervanên xwe re xwarin çêdikirin axivîn û gotin: "Di şerê Efrînê de em hemû jin bûn yek, me pişgirî da şervanê xwe û me xwarin ji wan re amade dikir."DÎMEN HEYE
 
*Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê Hatîce Onaran, diyar kir ku rastiya welat, herî baş rewşa girtîgehan nîşan dide û diyar kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, berdewama komkujiya di bin navê ‘vegera jiyanê’ de pêk hatiye. BI DÎMEN
 
*Sekretera Giştî a Jinan a BES’ê Banu Aykaç diyar kir ku kedkar xizanî, newekhevî û mobîngê ji ber betaliyê qebûl dikin û got jin di pêvajoyên krîza aborî de zêdetir şîdetê dibînin û keda jinê di vê pêvajoyê de zêdetir nayê dîtin. BI DÎMEN
 
*Di runiştina doza ku Hulya Halaçka ku li hember mêrê ku şîdet pêk dianî parastina cewherî pêk anî û kuşt, dihat darizandin de biryara ‘berdewamkirina girtinê’ hat dayîn. Parêzer Merîç Eyupoglu bal kişand ser mafê parastina cewherî û got ew ne edeleta mêr, edeleta rast dixwazin. BI DÎMEN
 
*Hîcran Dag a ku zanîngeh qedandiye û li Erdîşê dijî, diyar kir ku di qada xwe de kar nedîtiye û got divê li dijî krîza aborî û betaliyê bêjin ‘bes e’ û ji bo vê jî divê têkoşîn bê dayîn. BI DÎMEN
 
*Berdevka Kongreya Star ya Kantona Qamişloyê, derbarê destpêkirina êrîşên dewleta Tirk a li ser  herêma Efrînê, nirxandin kir û got: "Êrîşên desthilatdaran li ser welatê me her dûbare dibin, êrîşa li ser Efrînê jî pir bi êş bû, lê hêviyên me zindî ne, Em sozdarê doza berxwedêrên welatê xwe ne, serkeftin para me ye." DÎMEN HEYE