Malbatên Şehîdan 20'ê Çileyê şermezar kirin

  • 08:58 20 Çile 2020
  • Rojane
ŞEHBA - Malbatên Şehîdan ên Efrîn û Şehbayê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên 20'ê Çileyê daketin qadan. 
 
Bi pêşengtiya Malbatên Şehîdan ên Efrîn û Şehbayê li navçeya Ehrezê ya Kantonê Şehbayê bi dirûşma "Bi rihê pakrewanên azadiyê, em ê komployê têk bibin û jiyanê bikin berxwedan" daketin qadan. Di meşê de sazî û dezgehên sivîl amade bûn. Her wiha wêneyên şehîdan û alên Meclîsa Malbatên Şehîdan hatibûn hildan.
 
Daxuyanî wiha ye: "Di dîroka 20’ê Çileya 2018’ an de dewleta tirk bi hevkariya Rûs û bêdengiya Rejîma Sûrî mafê êrîşkirina li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rewa kir û hemu çekên pêşketî di Efrînê de bi kar anî. Di encama hovîtiya dewleta tirk de bi dehan komkujî hatin kirin û bi sedhezaran gel bi darê zorê ji mal û milkê xwe koçber bû.
 
Em weke malbata şehîdan bang li Meclîsa Ewlehî dikin ku bi kar û berpirsiyartiyên xwe rabin û bi awayekî lez li dijî dagirkeriya dewleta tirk derkeve û li hember hemû pilanên dewleta tirk a guhertina demografîyê bisekinin, da ku gelê Efrînê vegere ser cih û warê xwe. Her wiha daxwaza şandina komîtiyeke lêpirsînê ji bo heqîqeta rast ragihîne. Em gelê Efrînê  tu carî faşîzmê û qetilkirina zarokan qebûl nakin û her em ê li ber xwe bidin heta ku Efrîn ji dagirkeriyê rizgar dibe."
 
Meş bi pêxistina findan a ji aliyê Malbatên Şehîdan ve bi dawî bû.