Dewleta Tirk li Girê Spî qedexeya derketina derve îlan kir

  • 16:38 19 Çile 2020
  • Rojane
GIRÊ SPÎ - Dewleta tirk li Girê Spî ya ku 9'ê Cotmehê dagir kiribû qedexeya derketina derve îlan kir.
 
Li gorî agahiyên ku ji şêniyên herêmê hatin bidestxistin, hat ragihandin ku  dewleta tirk li Girê Spî û gundên wê û li navçeya Silûkê qedexeya derketina derve îlan kiriye. Hat diyarkirin ku ji ber qedexeyê şêniyên bajêr ji bo hewcehiyên xwe yên sereke yên mîna nan û avê jî nikarin derkevin. Nayê zanîn bê ka çima qedexe hatiye îlankirin.
 
Hêjayî gotinê ye ku dewleta tirk  di 9'ê Cotmehê de Girê Spî dagir kiribû û komên girêdayî xwe li wir bi cih kirin. Van rojên dawî li herêmê li dijî dagirkeran helwest zêde dibin û çalakiyên protestoyî pêk tên.