Piştî Gulîstan ji Şefîkayê jî hefteyeke agahî nayê girtin

  • 16:12 19 Çile 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Hat diyarkirin ku li Qoserê hefteyeke ji Şefîka Yasa (19) agahî nayê girtin. 
 
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê hat diyarkirin ku ji jina bi navê Şefîka Yasa (19 hefteyeke agahî nayê girtin. Hat ragihandin ku Şefîka piştî yekşema borî ji malê derketiye agahî jê nehatiye girtin û malbatê piştî ku xwe negîhandiye şefîkayê bi 24  saetan çûye emniyetê û serlêdana windabûnê kiriye. 
 
Malbata ku derbarê Şefîkaya ji bo wê lê gerîn hatiye destpêkirin agahî dan diyar kirin ku ew dixwazin keça wan a hefteyeke winda ye bê dîtin.