Yekîtiya Jinên Rewşenbîr li ser Koçberiyê semîner da

  • 12:47 19 Çile 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Yekîtiya Jinên Rewşenbîr ya  Herêma Cizîrê li ser koça ji Sûriyeyê hat kitin demîner da û bal kişand ser zahmetiyên koçberiyê.
 
Yekîtiya Jinên Rewşenbîr a  Herêma Cizîrê, li ser koça ji Sûriyeyê hat kirin û bandora koçberiyê bi taybet li ser jin û zarokan semînerek da. Semîner li navenda meclisa navçeya Amûdê bi tevlîbûna bi dehan ji endamên Yekîtiya Jinên rewşenbîr pêk hat.  Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê, semîner ji aliyê Endama Yekîtiya jinên Rewşenbîr Hûda Şêxmûs ve hat dayin.
 
Hûda di destpêka axaftinên xwe de pênasya koçberiyê kir  û got ku di encamên şerên bê bext li ser axa mirovan û çewsandina vînê, pirsgirêk derdikeve pêş û wiha got: "Koçberî  bûyereke bi êş a ku gelek xewin, xeyal û keda mirovan li peyî xwe dihêle. Di nava koçberiyê de mirov di rewşên zehmet re derbas dibe ji dûrketina ji axê, pirisgirêkên ku pêre derdikevin, qutbûyîna zarokan ji dibistanan bigire heta bi jiyana di çadiran de, ev hemû bandora xwe ya neyênî li ser mirovan  dikin."
 
Di domandina axaftinên xwe de Hûda diyar kir ku herî zêde zarok ji vê rewşa neyînî bi bandora dibin û ev tişt got:  "Di nava koçberiyê de her mirov li çareya serê xwe digere, lê dayik li ya zarokên xwe jî û pêşeroja wan a ku hat perçiqandin difikire. Êşên koçberiyê pir kûrin, ya girîng mirov çiqas dikarê hindekî bandora vê li ser mirovan dikare çiqasî sivik bike,  bi wan re bibe alîkar û xizmetekê ji wan re pêşkêş bike heta ku vegerin ser axa xwe.
 
Semîner bi parvekirina nerîn û pirsên kesên di sermînerê de bi dawî bû.