Kongreya 3'emin a Jinên HDP'ê di roja duemîn de berdewam dike

  • 12:22 19 Çile 2020
  • Rojane
ENQERE - Meclisa Jinan a HDP'ê bi dirûşma, "Em di azadiyê de israr û  di têkoşînê de bi biryar in" 3'emîn Konferansa xwe ya Jinan li dar xist. Konferans di roja 2'emîn de ji çapemeniyê re girtî berdewam dike. 
 
Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dirûşma "Em di azadiyê de israr û  di têkoşînê de bi biryar in" 3'emîn Konferansa xwe ya Jinan li Otela Hîltonê li çapemeniyê re girtî di roja 2'emîn de berdewam dike.  Di konferansa ku 400 jin tevli bûn de duh pêşketinên li Tirkiye û Rojhilata Navîn û têkoşîna jinê hatin destgiritn.  Di rûniştina roja ewil de pêşniyara pêdiviya jinêan bi têkoşîneke enternasyonalîst heye derket pêş. 
 
Piştî ku konferans di roja duemîn de bi dawî bibe wê encamnameya wê bê aşkerakirin.