Êrîşên li dijî pergala hevserokatiyê: Wê têkoşîna me bidome

  • 10:28 19 Çile 2020
  • Rojane
Rengîn Azîzoglu
 
AMED - Hevseroka HDP’a Amedê Hulya Alokmen balkişand ser girîngiya pergala hevserokatiyê û got: “Li aliyekê Peymana Stenbol û qanûna 6284 tê nîqaşkirin li aliyê din jî dixwazin têkoşîna jinên kurd têk bibin. Her roj hevşaredarên me tên girtin û qeyûm tayînê şûna wan tên kirin. Em ê li dijî pergala serdset a mêr heta dawî têbikoşin.”
 
Piştî hilbijartinên 31’ê adarê şûnde ji bo gelek şaredariyên HDP’ê qeyûm hat tayînkirin û hevşaredar hatin girtin. HDP ku yekem partiya ku pergala hevserokatiyê xist jiyanê demeke dirêje rastî zextan tê. Hevseroka HDP’a Amedê Hulya Alokmen girîngiya pergala hevserokatiyê û êrîşên li hember HDP’ê nirxand.
 
‘Jinan her tim di eniya pêş de cih girt’
 
Hulyayê balkişand ser dîroka têkoşîna jinan a li cîhanê û got têkoşîna jinan xwe dispêre 200 sal berê û got tevgerên jinan yên Tirkiyeyê jî ji vê bandor bûne û got: “Bê guman jinên Kurd jî bi bandor bûne. Ji salên 90’î de heta niha jinên Kurd di siyasetê de cih girtin. Jinan her tim di eniya herî pêş de cih girtin.”
 
‘Hevserokatiyê nêrîna jinê xist jiyanê’
 
Hulyayê destnîşan kir ku hevserokatî di sala 2014’an de di hilbijartinên herêmî de pêk hatiye lê piştî 7’ê Hezîranê dewletê berê xwe da hevşaredan û piranî hîna jî girtîne. Hulyayê wiha got: “di hilbijartinên 31’ê Adarê de jî me di xeta xwe ya hevserokatiyê de israr kir.Gel eleqeyeke mezin nîşanê hevserokatiyê da. Me dizanibû ku wê êrîşên desthilatdariyê li ser jinan be.Binçavkirin hemû ji ser jinan pêk hatin. Yên hatin girtin hemû hevşaredarên jin bûn. Rêbazeke têkbirina îradeya jinê pêk anîn.”
 
‘Dixwazim têkoşîna jinê têk bibin’
 
Hulyayê bi lêv kir ku du sedemên êrîşên li hember hevserokatiyê hene û got: “Ya yekem hem şikandina îradeya jinê û mewziyên jinan yên bi têkoşînê bidest xistine, vala bikin. Ya duyem jî , ji ber pergala hevserokatiyê bi siyaseta Kurd û siyaseta HDP’ê re bû hevpar û xwedî lê derket, xwestin çavê jinan jî bitirsînin. Li aliyekê Peymana Stenbol û qanûna 6284 tê nîqaşkirin li aliyê din jî dixwazin têkoşîna jinên Kurd têk bibin. Her roj hevşaredarên me tên girtin û qeyûm tayînê şûna wan tên kirin. Em ê li dijî pergala serdset ya mêr heta dawî têbikoşin.”