'Berxwedana gel mîsogerkirina binketina planên dagirkeriyê ye'

  • 09:07 19 Çile 2020
  • Rojane
Ferîde Zade
 
ŞEHBA - Jinên Efrînê yên ku di encama êrîşên dewleta tirk de koçî Şehbayê bûne, li ser du salên dagirkerî û koçberiyê axivîn û gotin: "Dewleta tirk bi dagirkeriya Efrînê re negihaşt aramanca xwe, berxwedana gel li Şehbayê mîsogerkirina binketina planên dagirkeriyê ye."
 
Piştî avakirina Rêveberiya Xweser di  20'ê Çileya 2018’an de, dewleta tirk bi piştevaniya Rûsyayê êrîşî Efrînê kir. Bi hezaran kes koçber kir û malên wan talan kirin. Dewleta tirk hemû kiryarên li dijî mirovahiyê  li ser gelê sivîl  de pêk anî û bi rêya komên girêdayî xwe demografiya Efrînê diguherîne. Têkildarî mijarê jinên Efrînê axivîn. 
 
'Efrîn bi Çiyayê Kurmênc tê pênasekirin'
 
Esmehan Ehmed wiha got: "Efrîn bi çiyayê kurdan ango 'Kurdag' tê nasîn, li gor belgeyên dîroka Efrînê vedigere hezarê salan. Di Efrînê de 7 navçe hene ji wan Şera, Şêrewa, Raco, Bilbilê, Mabata, Cindirêsê, Şiyê û navenda bajara Efrînê û 366 gundên wê hene. Di Efrînê de hotêlek ji bo turîstan hebû û di dema dagirkeriya Fransa yê de veguherî  sereya fermandarên Fransayê.”
 
'Dewleta tirk bi armanca tunekirina çand û dîroka kurdan êrîşî Efrînê kir'
 
Di mijara şûnwarên  Efrînê de Esmehan da zanîn ku şûnwarên dîrokî yek ji armancên dagirkeriyê bû û wiha domand:"Di Efrînê de 32 gundên dîrokî yên bin erd hene, piraniya wan di navçeya Şêrewa de ne ji wan gundê Bircqas, Bircheyder, Beradê, Kîmarê, Bircikê û gelek gundên din jî hîn nehatine keşifkirin. Li gor keşfên desteya şûnwaran li gundê Albîskê, gelek girên dîrokî hatin keşifkirin û bi dagirkeriya Tirkiyeyê re hatin talankirin, dizîn û rûxandin. Dewleta tirk bi armanca tunekirina dîrok û çanda Gelê Kurd dest bi êrîşên xwe kir. Piştî dagikirina Efrînê, gelek şûnwarên ku hatine dizîn bi rêya dîmen û wêneyan hatine belgekirin. Lê dewleta tirk tu carî wê nikaribe dîroka Gelê Kurd tune bike."
 
'Efrîn xwedî çandeke kevnar e'
 
Dayika bi navê Sedîqe Reşo ya ji gundê Xalta ya girêdayî navçeya Cindirêsê ya Efrînê ye bi temenê 85 salî ye, derbarê danasîna çanda Efrînê weke dayik nêrîna xwe anî ziman û ji me re parve kir: "Di demên berê de, dayika min û jinên gund bi hev re çandinî dikirin. Di nav çanda me ya gelêrî de, dema mirovek ji malbatekê de diçû ser dilovaniya xwe, xwarin li wê malê nedihat amadekirin. Şêniyên gund heta hefteyekê xwarin amade dikirin. Ev çanda wek rêzgirtin ji hestên wê malbetê re bû. Her roj çend jin diçûn kaniya gund û av dianîn, dîsa jin bi awayekî komînal dijîyan. Jinan ji  çiyayên Efrînê êzing bi şelekan li ser pişta xwe dikirin û ji bo pêwistiyên malê kom dikirin. Bi berbanga sibehê re her malek radibû û nanê xwe çêdikirin. Rojên me têr û tijî ked bûn."
 
'Destanên berxwedanê bi pêşengtiya jinên kurd hat neqişandin'
 
Di berxwedana Serdemê de jinan roleke girîng lîstin, bi armanca danasîna rola jinê Endama Koordînasyona Kongreya Star ya Herêma Efrînê Wehîde Xelîl  wiha axivî: "Li ser her parçeyek ji axa Efrînê  berxwedaniyeke bê hempa hat jiyîn. Bi pêşengtiya jina kurd û rihê berxwedana wê îro gel li Şehbayê di qonaxa duyemîn de berxwedana xwe didomînin. Di Efrînê de berxwedana jinan di gelek qadan de hat dîtin û bi hemû çalakiyan radibûn. Li hember siyaseta ku hemû cîhan jê re bê deng dima, berxwedana jinê derket pêş. Êrîşên li ser Efrînê ne tenê di 20’ê Çileyê de dest pê kir, di sala 2017’an de jî êrîş hebû, li ser sinorê herêmê dîsa jina Kurd li hember  hovîtî têkoşîn kir û gelek ji wan birîndar bûn. Tu carî  êrîş îradeya jina Kurd naşkîne her ku diçe jin bi hêztir dibe. Destanên berxwedanê bi pêşengtiya jinên kurd hat neqişandin."
 
'Di berxwedana serdemê de jin ji bo parastina ax û nirxê xwe seferber bû'
 
Wehîde di domandina axaftina xwe de bal kişand ser rola jinê ya di şerê li Efrînê de û wiha pê de çû: " Di êrîşan de dewleta tirk pilankiribû ku kampan ji bo gelê Efrînê li ser erdê xwe amade bike, ev yek jî vala derket û hemû gel berê xwe dan navenda Efrînê û herî dawiyê koçî Şehbayê bûn. Gurupek ji jinan şêniyên ku  koç kirine bi cih dikirin û beşek ji wan jî, gel li ser xapandina  şerê taybet hişyar dikirin, hin ji wan pêdîviyên gel pêk dianîn û hejmarek ji jinan her  bi çalakiyan radibûn. Jinên Efrînê di bajar û gundan de xwarin ji bo hêzên xwe yên leşkerî amade dikirin. Di aliyê leşkerî de jî, jinên Efrînê bi şervanên xwe re mewzî çêdikirin. Hinekan birîndar derman dikirin, li kêleka vê yekê hêzên cewherî parastina taxan dikirin. Di qonaxa yekem ya berxwedana serdemê de gelek malbatan zarokên xwe diyarî şoreşê kirin. Ji bo parastina ax û nirxê xwe jin seferber bû.”
 
'Piştgiriya şervanên me erka me ye'
 
Hevseroka Komîna navçeya Ehdasê ya Kantona Şehbayê Emîne Osman,  ku berê Hevseroka Komîna gundê Çeqela ya Cindirêsê li Efrînê bû qala rojên qehremanî û têkoşînê dike û wiha dibêjê: "Ez yek ji jinên ku rola xwe di berxwedana serdemê de lîstiye. Di encama hovîtiya êrîşên dewleta tirk de,  ez birîndar bûm.  Tevî ku Efrîn di nava aramiyekê de dijîya, lê dewleta tirk bi hemû artêş û hovîtiya xwe êrîşî Efrînê kir. Bi êrîşan re aramiya ku dihat jiyîn têk çû. Pêwistiya zarokên me bi destekdayînê hebû, 31 rojan li kêleka şervanên YPG-YPJ’ê min şer dikir. Piştgiriya şervanên me erka me ye".
 
'Dewleta tirk êrîşî gelê sivîl dikir'
 
Di berdewamiya axaftina xwe de Emînê behsa êrîşên dewleta tirk kir û wiha got: "Ji ber hovîtiyê gelek komkujî hatin pêkanîn û bi sedan gel birîndar bûn, yek ji wan jî ez bûm. Lê dîsa jî sekna gel ji êrîşên dewletên tirk xurtir bû. Zarokên me bi hêz û bedena  xwe şer kirin û heya kêliya dawiyê li ber xwe dan."
 
'Dûrketinê nayê wateya jibîrkirina axê'
 
Endama Meclîsa Kantona Şehbayê Norşan Hisên ku berê Rêveberiya şeredariyê herêma Efrînê bû axivî û wiha got: "Tirkiye bi hemû çek û balafirên xwe  yên NATO'yê êrîşî ser Efrînê kir, mal û milkên gelê sivîl armanc girt. Piştî berxwedana 58 rojan, gel ji bo xwe ji komkujiyan biparêze neçarî koçkirinê bû  û berê xwe dan Şehbayê. Du sal ji dûrketina ji Efrînê nayê wateyê jibîrkirinê. Ji ber ku dema gel li Şehbayê bi cih bû, bi armanca vegerê ye. Ji bo dewamkirina berxwedana serdemê di qonaxa duyemîn de, gel careke din li hev kom bûn û bi derfetên herî zehmet, kampên xwe ava kirin. Ev avakirin  bi piştgiriya gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Ji ber hejmara zêde ya gel, kampa Serdem û Vegerê hatin avakirin. Gelek zehmetiyên ku tên jiyîn hene, ew jî piranî ji ber dûrketina wan ji Efrînê ye."
 
‘Derfetên derman û bijîjkan kêm in’
 
Dayika Şehîd Baran, Selwe Şêxo ji gundê Qûto ya girêdayî navçeya Bilbilê ye, derbarê zehmetiyên gel a di kampan de wiha dibêje: "Di kampan de gelek zehmetî tên jiyîn, di demsala zivistanê de  zehmetî pirin, av derbasî çadirên me dibe. Di demsala havînê de ji ber germahiya zêde nexweşî pir belav dibe û di Şehbayê de derfetên derman û bijîjkan kêm in. Rêber Apo ev 21 sal in li Îmraliyê ji bo azadiya gelê xwe têkoşîn dike, em ê jî  ji bo rizgarkirina Kurdistanê û Serokê xwe her tim têbikoşin."