'Em dagirkeriyê qebûl nakin û serî natewînin'

  • 09:01 19 Çile 2020
  • Rojane
Sorgul Şêxo 
 
HESEKÊ - Jinên gundê Um El-Kêfê yên ku tevî êrîş û topbarana dewleta tirk ên li ser gundê wan, têkoşîna jiyanê didin wiha gotin:"Em dagirkeriyê qebûl nakin û serî natewînin."
 
Êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser gundê Rojava didomin. Li dijî êrîşên li ser gundê Um El-Kêfê, Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Suryanî, Hêzên Parastina Xabûrê û Natoro li ber xwe didin. Her wiha Dewleta tirk gundê Um El-Kêfê û embarê genim topbaran dike. Jinên ku li gund bi hebûn û têkoşîna xwe li ber xwe didin nêrînên xwe bi me re parve kirin.
 
'Em dagirkeriyê qebûl nakin û serî natewînin'
 
Eyşê Umer diyar kir ku piştî nasîna bîrdoziya azadiya jinê ew êdî ne koletî û ne jî dagirkeriyê qebûl dikin û wiha got: "Ev 40 sal in em li gund dijîn û em ê heta dawiyê jî bijîn. Em koletiyê û desthilatdariyê qebûl nakin. Em serî natewînin berovajî wê hêza me ya berxwedanê zêdetir dibe û piştî nasîna bîrdoziya azadiya jinê ne pêkan e ku em dagirkeriyê qebûl bikin. Me bêhna azadiyê kişandiye û em ê her bikşînin. Em dagirkeriyê qebûl nakin û serî natewînin"
 
'Êrîşên dewleta tirk çand û hebûna gelan hedef digire'
 
Sûriya Şemdîn jî diyar kir ku hedefa êrîşan qirkirina çanda herêmê ye û wiha pêde çû: "Em xwediyê vê axê ne, çanda dapîr û bapîrê me di serdemên cuda de hatine pêşxistin. Her çiqas hêzên desthilatdar xwestin vê çandê qir bikin, lê nikarîbûn ku xewnên xwe li ser tunekirina çandekê bikin rastî û pêk bînin. Tirsa me ji topên dewleta tirk tune ye. Berovajî vê yekê hêza berxwedanê di dilê me diafirîne. Êrîşên dewleta tirk çand û hebûna gelan hedef digire. Em vê yekê qebûl nakin. Parastina çandê parastina dîrok û hebûna me ye."