ROJEVA 19'Ê ÇILEYÊ YA 2020'AN

  • 09:00 19 Çile 2020
  • Rojev
*Jinên gundê Um El-Kêfê yên ku tevî êrîş û topbarana dewleta tirk ên li ser gundê wan, têkoşîna jiyanê didin wiha gotin:"Em dagirkeriyê qebûl nakin û serî natewînin." DÎMEN HEYE
 
*Xwişkên Nûrcan Bakir a ku li dijî zextan dawî li jiyana xwe anî wiha gotin:"Nûrcanê devliken bû û xwedî rihê zarokan bû. Heta dawiya jiyana xwe wê her dem ked da û têkoşiya. DÎMEN HEYE
 
*Dewleta tirk di 20’ê Çileya 2018’an de bi 72 balafirên şer, bi sedan tank, obîs, bi hezaran leşker û bi komên girêdayî wê êrîşî herêma Efrînê kir. Li hember êrîşên artêşa tirk û komên girêdayî wê gelê Efrînê li kêleka şervanên QSD’ê 58 rojan li ber xwe da. Di 18'ê Adara 2018’an de dewleta tirk û hevkarên wê li bajarê Efrînê bi cih bûn. Efrîna berxwedêr, piştre bû cihê kuştin û talankirinê.
 
*Jinên Efrînê yên ku di encama êrîşên dewleta tirk de koçî Şehbayê bûne, li ser du salên dagirkerî û koçberiyê axivîn û gotin: "Dewleta tirk bi dagirkeriya Efrînê re negihaşt aramanca xwe, berxwedana gel li Şehbayê mîsogerkirina binketina planên dagirkeriyê ye."
DÎMEN HEYE
 
*Di 3’ê Kanûna 2019’an de xwendekara zanîngehê Ceren Ozdemîr, li Orduyê ji aliyê Ozgur Arduç ve hatibû qetilkirin û duyemîn runiştina doza wî sibê li Yekemîn Dadgeha Cezayê Giran a Orduyê tê dîtin. Kujer ji sûcê ‘bi hestên çavsorî kuştin’ tê darizandin.
 
*Bertekên li dijî Projeya Kanal Stenbol didomin. Bertek ji pisporan jî hat û der barê vê de hişyarî kirin. Ji Parastina Daristanên Bakur Ayşe Yikici ku proje wek ‘projeya kujer’ bi nav kir, diyar kir ku ev wê rê li ber texrîbateke cidî ya ekolojiyê vebike. Psîkolog Aynur Ozalp jî got ev proje krîza aborî kûr dike û wê rê li ber întîxarê jî vebike. BI DÎMEN
 
*Rêvebera HDP’a Amedê Şîlan Kan, diyar kir ku operasyonên leşkerî bandorek mezin li ser krîza aborî kiriye û got: “Aborî niha têk çûye. Şer, krîza aborî û krîza siyasî bandorek mezin li ser psîkolojiya civakê dike. Tu hişyarî û pêşniyarên me li ber çavan nayên girtin.” 
 
*Qeyûmê tayînê şaredariya Bêgiriyê bû, Mêvanxane û Pirtûkxana Jinan a Ayşeşan girt û tabelaya wê daxsti. Hevşaredara Bêgiriyê ya qeyûm tayînê şûna wê hat kirin, Leyla Balkan diyar kir ku ne carekê, hezar car wir bigirin jî wê ew dîsa jî jiyana bi nêrîna jinê ava bikin. 
 
*Hevseroka HDP’a Amedê Hulya Alokmen balkişand ser girîngiya pergala hevserokatiyê û got: “Li aliyekê Peymana Stenbol û qanûna 6284 tê nîqaşkirin li aliyê din jî dixwazin têkoşîna jinên Kurd têk bibin. Her roj hevşaredarên me tên girtin û qeyûm tayînê şûna wan tên kirin. Em ê li dijî pergala serdset ya mêr heta dawî têbikoşin.” BI DÎMEN