Êrişên 20'ê çilê bi meşek hat şermezarkirin

  • 15:34 18 Çile 2020
  • Rojane
ŞEHBA - Bi minasebeta salvegera êrîşên li hemberî Efrînê, şêniyên Efrînê yên li wargeha Berxwedanê dijîn meşek li dar xistin û êrîş şermezar kirin. 
 
Di 20'ê çilê sala 2018'an de li hemberî Efrînê êrîşek pêk hat. Bi hezaran efrînî li wargeha Berxwedanê hatin bi cih kirin. Bi minasebeta salvegera êrîşê şêniyên Efrînê meşek li dar xistin û êrîş şermezar kirin. Her wiha şêniyên Şehba, gaziyên şer, endamên sazî û dezgehên sivîl jî tevlî meşê bûn. Di meşê de wêneyên têkoşerên azadiyê, pankartên bi nivîsa "Bi yekbûna gelan em ê li ber xwe bidin", "Erdogan kesên bê sûc û guneh dikuje", "Na ji qatîlkirina zarokan re" û şaxên zeytûnan hatibû hildan. Meş ji wargeha Berxwedanê dest pê kir heta qada Heyva Sor dewam kir. 
 
Piştî meşê, li ser navê Gaziyên şer Gîvara Şoreş û hevseroka kampa Berxwedanê Nesrîn Şabo axivîn û gotin: "Êrîşên dewleta tirk bi armanca têkbirina wekheviya gelan bû, lê dewleta tirk ligel  ku Efrîn dagirkir, nikaribû wekheviya gelan têk bibe. Dewleta tirk her cure teknîk li Efrînê şûxiland, ligel wê jî gel 58 rojan li ber xwe da û pişt şervanên xwe bûn. Em niha koçber bûn, lê berxwedana me hîn jî didome." 
 
Pişre Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê şanoyek têkîldarê nearamiya Efrînê, pêşkêş kir. 
 
Meş bi dirûşmeya "Bijî berxwedana Serdemê"  bi dawî bû.