Li Silopiyê ji bo Gulîstan Doku daxûyanî hat dayîn: Gûlîstanê li ku derê ye?

  • 14:44 18 Çile 2020
  • Rojane
ŞIRNEX - Di pêşengiya Meclîsa Jinên HDP’ê ya Şirnexê û TJA 'yê, ji bo Gulîstan Doku ya 14 roj in ku windaye daxuyanî dan û wiha gotin: “Gulîstan Doku li ku derê ye? Di derbarê kesê gumanbar çima tu tişt nayê kirin?”
 
Di pêşengiya Meclîsa Jinên HDP’ê yên Şirnexê û Tevgera Jinên Azad (TJA) de, li Dêrsimê ji 5'ê Çileyê de agahî ji xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulîstan Doku nayê girtin. Li avahiya HDP’ê ya Silopiya Şirnexê daxuyanî ji bo Gulistan Doku hat dayîn. Endamên Meclîsa Jinên HDP’ê, rêvebirên HDP’ê yên Silopî û Cizîrê û gelek jin tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Gulîstan Doku li ku derê ye” hat vekirin. Li ser navê Meclîsa Jinên HDP’ê daxûyanî Besê Cevîz xwend.  
 
Besê wiha got: “Em dipirsin? Ji 5'ê Çileyê de Gulistan Doku winda ye. 14 roj in jê agahî nayê girtin. Gulîstan Doku li ku derê ye? 14 roj in di derbarê windabûna Gulîstan Doku de ne serokwezîrê karê hundir û ne jî Waliyê Dersîmê daxuyaniyek û agahiyek baş nedane. Ev jî nîşan dide ku xebateke cidî nayê meşandin. Polîtîkayên taybet ku li Dersîmê tên meşandin û serê kesekê ku du polîs dikevin, cihek wek Dersimê 7-8 km ya ku windabûye de 14 rojin hîn nehatiye dîtin. Ev yek ji me re gelek bêmantiq tê. Em dipirsin li Dersîmê çi dibe?”
 
‘Bila ev kes bên cezakirin’
 
Sêvê, bal kişand ser 3 çawişên pispor ku li gor îdîayan tecawizî jinekê kirine û wiha domand: “ Divê derbarê bûyerên tecawizê de polîtikayên cezakirinê têkevin meriyetê."
 
‘Li Dêrsîmê çi diqewime?’
 
Besê, herî dawî wiha got: “Têkoşîna me jinan ku ew ê bidome. Heta Gulîstan Doku bê dîtin em ê bipirsin. Li Dersîmê çi diqewime? Gulîstan Doku li ku derê ye?”
 
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.