3'yemîn Konferansa jinan HDP'ê dest pê kir: Sala 2020'î dê bibe sala serkeftinê

  • 12:53 18 Çile 2020
  • Rojane
ENQERE - 3'yemîn Konferansa Jinan a Mezin a HDP'ê li Enqerê bi dirûşma “Em di azadiyê de bi israr di têkoşînê de bi biryar in” dest pê kir. Fîgen Yuksekdag nameyek ji konferasê re şand û got: "Meclîsa Jinan a HDP'ê dê bibin hêviya azadiyê ya bi mîlyonan mirovan." Pervîn Buldan, jî diyar kir ku sala 2019'an sala berxwedanê bû û sala 2020'î jî dê bibe sala serfiraziyê ya jinê. 
 
3'yemîn Konferansa Jinan a Mezin a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dirûşma “Em di azadiyê de bi israr di têkoşînê de bi biryar in” li Enqerê dest pê kir. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Îdîl Ugurlu, ji partiya Çepgir a Kesk'ê Fatma Çetîntaş, Hevseroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torun Oneren, Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş, Hevseroka Giştî ya Partiya Sazkirina Nû ya Sosyalîstan (SYKP) Canan Yuce, Hevberdevka SODAP'ê Kezban Konukçu, rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Kongeraya Civaka Demokratîk (KCD) û bi tevahî 400 jin tevlî konferansê bûn. Di konferansê de derbarê têkoşîna ku di sala 2019'an de hatî dayîn sînevîzyonek hat nîşandan. Her wiha di konferansê de peyama Hevseroka Giştî ya Berê ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag ji girtîgeha Kandirayê şandî ji hêla parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay ve hat xwendin. 
 
Pervîn di destpêke de silavên xwe ji Fîgen Yuksekdag, Sebahat Tuncel, Gultan Kişanak, Selma Irmak, Aysel Tugluk, Çaglar Demîrel, Gulser Yildirim, Nurhayat Altun û siyasetmedarên girtî re şand. Pervîn, diyar kir ku di sala 2013'yan de li Parîsê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez di pêvajoya çareseriyê de hatin qetilkirin û wiha dom kir: "Ji bo girtina rêya aştiyê, li dijî pêvajoya çareseriyê ya ku ji hêla Birêz Abdullah Ocalan ve hatî destpêkirin Sakîne, Fîdan û Leyla hatin  qetilkirin. Qetlîameke organîze kiribû. Li dijî çareseriyê û aştiyê planeke kirêj ket dervrê. Em carek din Sakîne, Fîdan, Leyla, Sêvê, Pakîze, Fatma û jinên ku di têkoşînê de hatin qetilkirin bibîrtînin."
 
'Em bêdeng nabin û nadin jibîrkirin'
 
Her wiha Pervîn, di axaftina xwe de bal kişand ser Nurcan Bakir ê ku li girtîgehê dawî li jiyana xwe anî bû bibîranî û wiha got: "Divê her kes bizane ku em ê ji bo afirandina jiyaneke nû têkoşîna xwe bidomînin. Em tu carî li hemberî qetilkirina jinan bêdeng namînin û nadin jibîrkirin." Pervîn, jin ji bo temsîliyeta wekhev  têkoyînek da û me armanca xwe pêk anî û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di sala 2006’an me pergala hevserokatiyê, li bajar û navçeyan bi fîîle xist meriyetê. Piştî di sala 2014’an jî me pergala hevserokatiyê li rêveberiyên herêmî de pratîze kir. Di hilbijartinên herêmî de me serkeftinên girîng bi dest xist." 
 
'Dewlet bi hêzek mezin êrîş li jinan dike'
 
Pervîn, diyar kir ku ji 4'ê cotmehê heta niha li hemberî partiyê operasyonên siyasî hatin destpêkirin û wiha axivî: "Dewlet bi hêzek mezin êrîşê jinê dike. Li rêveberiyên herêmî de tayînkirina qeyûman domkirina darbeyê bû û bê navber êrîşê li me kirin. Ev tişt nîşaneya ji holê rabûna meşrûbûn û hêza îktîdarê ye. Niha li cihekî nikarin piştgiriyê bigirin. Gotinên nifirê, cudakarî û hedef nîşandan êdî bû polîtîkayeke rojane. Îktîdar dê di nava taritiya xwe de winda bibe. Lê em ê bi ser kevin."
 
'Gel mehkûmê birçîbûnê dikin'
 
Pervîn, destnîşan kir ku her ku diçe krîza aborî û bêkarî zêdetir dibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji ber krîza aborî êdî gel bêzar bûn û têk çûn. Rewşa gel êdî nebaş e. Gel mehkûmê birçîbûnê dikin. Di encamê de jî întîxarên komî û xwekuştin pêk tên. Di rewşeke wisa de tenê ji bo alîgirên xwe dixebitin wekî Kanal Stenbolê. Ji bo rojevên sereke yên welat êdî gotinek wan nemaye, nikarin pirsgirêkan çareser bikin û ji bo çareseriya pirsgirêkan projeyên wan nîne. Tu carî nabin parçeyeke çareseriyê tenê dibin parçeyên şer, talankirin û dijminatiyê. Ev tişt welat dibe ber felaketê."
 
'Di sala 2019'an de 474 jin hatin qetilkirin'
 
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, di axaftina vekirinê de bal kişand ser qetilkirina jinê û wiha dom kir: "Di nav 10 salan de tenê di sala 2019'an de 474 jin hatin qetilkirin. Ev tabloyeke wahîm e. Heke li welatên din ev qas jin bihata qetilkirin li vî welatî şîn dihat îlankirin. Lê çî kirin dîsa bi heman rêbazê êrîşê jinê û deskeftiyên jinê kirin. Êrîşê parlamenter, hevşaredar, hevserok, xebatkar û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) kirin. Jinên ku li qadan daxwaza edaletê kirin û reqisin jî bi êrîşeke tund re rûbirû man. Ji ber ku îktîdar hêza jinê ditirse." 
 
'Berxwedana Dayikên Lacikspî girîng bû'
 
Pervîn, da zanîn ku di sala 2019'an ji bo jinê saleke berxwedanê bû bal kişand ser grevên birçîbûnê û wiha axivî: "Di sala 2019'an de birêz Leyla Guven li dijî tecrîdê greva birçibûnê da destpêkirin. Bi berxwedana jin û Dayikên Lacikspî gihaşt encamekî. Bi hêz û coş tevlî hilbijartinên 31'ê Adarê bûn û li dijî astengiyan dîsa bi serketin. Di sala 2019’an de jin bêtir lêgerîna xwe ya edaletê domandin û qadên xwe terk nekirin. Ligel êrîşan dîsa di 8'ê Adarê de li Taksîmê civiyan û di 25'ê Mijdarê de jî jin daketin qadan. Li dijî pergala mêr serî rakirin."
 
'Sala 2020'î dê bibe sala serfiraziyê'
 
Pervîn, di axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna jinê ya li hemberî DAÎŞ'ê û wiha got: "Sala 2019'an sala berxwedanê bû û sala 2020'î jî dê bibe sala serfiraziyê ya jinê. Divê îktîdar baş bizane ku qad vala nîne û ev welat bêxwedî nîne. HDP dê ji bo pêşeroja welat dê têkoşîna xwe bidomîne. Belê em dizanin ku berpirsiyariyeke mezin û zehmet e, lê em mafdarin û dîrokek me yê têkoşînê heye. Em wêrek in û bi bawer in. Wêrektiya jinê dê taritiya heyî ji holê rake. Jin dê bi HDP'ê re rêwitiya xwe bidomîne û bi HDP'ê re destkeftiyên xwe zêdetir bike. Em ê wekî her tim di pergala hevserokatiyê de bi israrbin, em ê destkeftiyên ku hatin desteserkirin carek din bigirin û teslîmê gel bikin. Em ê ezberên yekperestiyê ji bo rakin. Divê jin li qadê xwe birêxistin bike û bi hev re li dijî pergala serdest a mêr têkoşîn bike." Pervîn herî dawiyê bal kişand ser kongreyê û wiha bi dawî kir: "Dê di 23'ê sibatê kongreya mezin bê lidarxistin. Em bang li her kesî dikin ku tevlî kongreyê bibin. 
 
'Em ê her tim bi hev re bin'
 
Piştî axaftina Pervîn Buldan, peyama Hevserokê Giştî ya Berê ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag ji girtîgeha Kandirayê şandî ji hêla parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay ve hat xwendin. Fîgen di peyama xwe de wiha got: "Em bi zanebûna xwişkbûnê, her tim li cem piştevaniya bê sînor a jinan ya ku rêya me ronî kirine cih digirin. Li dijî zext û zordariyan, li dijî zaliman û li dijî serdestiya mer a dijmin, jin bi ruhê şoreşgeriyê her tim bi hev re têkoşîn dane. Jin îro bûn ruh û dilê HDP'ê û ji dîrokê re dikenin. Divê neyê ji bîr kirin ku tu demê ev qas bi hêzeke mezin û wateyeke kûr pêk nehatibû. Em îro li qadên têkoşînê yên polîtîk û li girtîgehan di bin tecrîdê jî bi hev re ne." 
 
'Dê têkoşîna xwe bidomînin' 
 
Fîgen, destnîşan kir ku jin wêrek in û got: "Em jin dê di têkoşîna azadî û aştiyê de li dijî serdestiya mêr û rejîma faşît bi hêvî û wêrek in. Di têkoşîna polîtîk û qadên temsîliyê de em ê her tim li dijî şîdet û qetilkirina jinê hesab bipirsin û lêgerîna xwe ya ji bo Emîneyan, Şuleyan û Cerenan bidomînin. Cenazeyên ku li kolanan hatin hiştîn, malbatên ku bi salanê cenazeyên zarokên xwe digerin, jinên ku bê ewle û bê parastin tê hiştin, civaka ku bi xizanî û bi cudakariyê re rûbirû hatî hiştin, em ê dijî wan têkoşîna xwe bi biryarî bidomînin." 
 
'Divê xweparastina rewa li pêş bikeve'
 
Fîgen di nameya xwe de rêhevalên xwe silav kir û wiha dom kir: "Ez di vê baweriyê de me ku bi biryarî û berxwedanê dê deriyên nû bên vekirin. Meclîsa Jinan a HDP'ê û dê li meclîsê, li rêveberiyên herêmê, li kolanan, li dibistanan dê bibin hêviya azadiyê ya bi mîlyonan mirovan. Di serî de ji bo parastina pergala hevserokatiyê û temsîliyeta wekhev divê xweparastina rewa li pêş bikeve. Ez bawer dikim ku em ê bi hev re biguherînin. Ez rêhevalên xwe silav dikim û hezkiriyên xwe dişînim."