Meclîsa Jinan a DTSO'yê: Em ê hemû jinan bi hêztir bikin

  • 10:09 18 Çile 2020
  • Rojane
 
 
Rengîn Azîzoglu
 
AMED - Berdevka Demîr ya Meclîsa Jinan a DTSO'yê Sevîm Vural der barê xebatan de wiha got: “Di qada aboriyê de jin zêde nayên dîtin. Di îstîhdamê de pirsgirêkek giştî heye. Bêguman derfetê jinan kêmtir e. Em dixwazin wek Meclîsa Jinan, der barê jinan de xebatan bimeşînin û piştgiriyê bidin wan. Em ê piştgirî û xurtkirina jinan bidomînin.”
 
Odeya Sanayî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO), bi armanca jinên di qada aboriyê de xebatan dimeşînin, li qadê xurt bikin û hejmara jinên hewldêr zêde bike û endamên jin di mekanîznameyên biryarê de cih bigirin, Meclîsa Jinan di bin banê xwe de ava kir. Meclîsa Jinan di 27’ê Nîsanê de bi hilbijartina pêk anîn re 48 endamên xwe hilbijart. Di 23’ê Gulanê de civîna ewil pêk anî û 11 endamên lijneya rêveberiyê diyar kirin û dest bi xebatan kirin. Berdevka Demî ya Meclîsa Jinan a DTSO Sevîm Vural der barê xebatên meclîs û plansaziyan de axivî.
 
Sevîmê diyar kir ku gotinan jinan ‘em hene’ deng daye û got vê jî bala mirovan kişandiye û wiha pê de çû: “Di alî qebûlkirina mêran de jî girîng bû û jinan ji vê hêz girt û jin zêdetir hatin dîtin. Di nava demê de wê hejmara jinan hîn zêdetir be. Jin zêde tevlî xebatên bin banê DTSO nedibûn. Lê çawa meclîs hat avakirin jin tevlî bûn. Jin tevlî komîteyên DTSO bûn. Di biryarên hatin girtin de û xebatan de nêzîkatiyeke ku jin ewil dihatin girtin, dest pê kir. Ji ber vê jî ev ji bo me gelek girîng e.”
 
‘Em plan dikin ku lûtkeya aboriya navneteweyî bikin’
 
Sevîmê destnîşan kir ku ji roja hatine avakirin heta niha di meclîsê de komîsyonên cuda ava kirine, karbeşî kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em bi komîsyonên DTSO re bi entegre xebitîn. Me di fuar û organîzasyonên sektorên têkildar de cih girt. Me di meha cotmehê de bernameya Workshop pêk anî. Me ji bo qada aboriyê nêrînên jinan girt. Em niha bernameyekê amade dikin. Em di xebatên turîzmê yên bajar de cih digirin. Em di 2020’an de plana lûtkeya aborî ya navneteweyî dikin.”
 
‘Em hedef dikin ku xwe bigihînin hemû jinan’
 
Sevîmê di berdewamiyê de anî ziman ku ligel vê di bin banê DTSO'yê de ji bo jinan yekîne ava kirine û wiha pê de çû: “Ji bo jinên dixwazin bibin hewldêr wê piştgiriya mentorî bê dayîn û di nokteya çaerseriyê de em dibin yekitiya hêzê. Em hedef dikin ku ji bo jinên gundan hawira dîjîtal bê avakirin û berhemên xwe bifroşin. Heta vê pêvajoyê em ê jinan bikin perwerdeya 3 mehan. Wê ji jinan re rê û rêbazên vê bên vegotin. Hedefa me ev e ku em xwe bigihînin ji her alî jinî. Jin ne tenê li welat li her derê cîhanê di qada aboriyê de dezavantaj in. Herî zêde di qada aboriyê de nayên dîtin. Meclîsa jinan jî ji ber vê hat avakirin. Der barê betaliyê de pirsgirêkên mezin hene. Em ê di 2020’an de jî her meh perwerdehiya pêk bînin. Em hemû jinan vexwendiyê perwerdehiyan dikin.”