Li Wanê 3 sal in qedexe didome: Ji gelên rêxistinkirî ditirsin

  • 09:03 18 Çile 2020
  • Rojane
Zeynep Durgut
 
WAN - Li Wanê 3 walî guherîn lê qedexeya  çalakî û şahiyan li bajêr 3 sal in bê navber didome. Nûnerên partiyên siyasî bertek nîşanî dirêjkirina qedexeyan dan û gotin ku dewlet ji gelên rêxistinkirî ditirse û bi qedexeyan dixwazin dengê gelê Wanê qut bikin. 
 
Walîtiya Wanê ji 21’ê mijdara 2016’an û heta niha  bi hinceta Rewşa Awarte bi awayek rêkûpêk hemû şahî û çalakiyên li nav bajêr qedexe dike. Li Wanê her çiqas 3 walî hatin guhertin jî bi giştî 3 salin li bajêr  qedexe bênavber didome. Nunerên rêxistin û Partiyên siyasî nêrazîbûn nîşanî dirêjkirina qedexeya li bajêr dan û gotin ku bi qedexeyan dixwazin gelê Wanê bêdeng bikin. 
 
‘Ji gelên rêxistinkirî ditirsin’
 
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê  Oznur Bartin der barê qedexeyan de axivî.  Oznurê diyar kir ku bi qedexeyan armanc dikin serdestiya xwe ji gel re vebêjin û wiha axivî:” Ji 21’ê mijdara 2016’an heta niha li Wanê Rewşa Awarte didome. Mehê carekê  ji aliyê walitiyê ve 15 roj qedexe tê îlankirin. Dema ku em bi awayekî giştî qedexeyan dinirxînin em dibînin ku armancan qedexeyan  bêdengkirina civakê ye. Bi destê dewletê gel tên bêdengkirin. Gel ji tundiya li ser  jinan heta bi êrîşa zayendî ya li hemberî zarokan bi berteke. Ji gelên rêxistinkirî ditirsin. Ji ber wê ji qedexeyan û astengiyan derdixin pêş me. Lê ew her çiqas  çalakiyên me asteng bikin jî û ji bo ku me vala derxînin di nav hewledanan de bin jî em ê her tim dengê xwe bilind bikin. Qedexeyên wan dê  bibin sedema  mezinbûna têkoşîna me. Li Wanê ji rêxistinên sivîl hata bi yên siyasî tu kes nikare dengê xwe derbixîne. Qedexeyên walitiyê ketin sala 4’an. Lê tevî hemû qedexeyan û astengiyan em ê bibîn dengê gelê xwe û bi gelê xwe re em ê tevbigerin. Dê hêza wan nikaribe partiya me bêdeng bike” 
 
‘Qedexeyên li Wanê berdewamiya OHAL’ê ne’
 
Seroka Baskên Jinan a CHP’ê Ayşe Gulce jî bi lêv kir ku qedexeyên walî berdewamiya OHAL’ê ne û anî ziman ku mafê civakê yê çalakiyê tê binpêkirin û ev nirxandin kir:” Li Wanê em bi qedexeyên cûr bi cûr re rûbirû ne. Qedexeyên ku ji 15 rojan carekê tên îlankirin êdî ji rêzê ne. Tirkiyeye kirin welatê ku bi OHAL’ê tê rêvebirin. Gel dixwaze daxwazên xwe bînin ziman, dixwazin doza mafên xwe bikin û  dixwazin xwe bînin ziman.  Lê pêşiya vê yekê bi qedexeyan û astengiyan tê girtin. Gel bi meşan,çalakiyên rûniştinê protestayan dixwaze xwe bîne ziman. Tu zirara vê yekê tune ye.  Digotin Tirkiye welatekî  demokratîk û azadîxwaze. Ka azadî, ka demokrasî. Qedexeyên li Wanê berdewamiya OHAL’ê ne. Gel êdî her tiştî dizane. Êdî nikarin gel bixapînin. Bêgûman ev hişmendiya deshilatdar ji holê bê rakirin.” 
 
‘Îro komkujî pêk tên lê gel li hemberî van bêdeng e’
 
Rêvebira Partiya Kedê ya Wanê Zelal Sarî jî da zanîn ku ji bo parastina hebûna îktîdarê  qedexe tên dirêjkirin û ev tişt anî ziman:” Bi rastî ji naveroka qedexeyan pir zêde ji rêzê ye. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji bo parastina  ewlehiya gel ev qedexe tên îlankirin. Bi rastî jî em ji van gotinan têr bûne û em ji van gotinan bawer nakîn. Herkes baş dizane ku ev qede ne ji bo başiya gel, ji bo  zirara gel tên îlankirin. Îro komujî pêk tên lê  gel li hemberî  komkujiyan  bêdeng e. Îktîdara heyî ji bo parastina nasnameya xwe ya siyasî pêwîst e qadên xwe veke. Van qadan ji  li gel bêdengkirina gel vedike.  Em jî bi gelek astengî û qedexeyan re rû bi rû ne. Xebatên me tên astengkirin û destûr nayê dayîn ku em xebatên xwe bidîn meşandin. Berê nikaribûn mudexeleyê hundir bikin, niha wî tiştî jî dikin.Bifikirin hatine wê astê ku ji me re dibêjin ew civînên ku hûn li dar dixin bila haya me pê hebe. Qedexeyên Walî  bi rastî jî pirsgirîkeke giştî yee.  Di dema pêvajoya tayinkirina qeyûman de ji nehiştin ku gel dakeve qadan. Bi qedexeyan gel bêdeng kirin.Gel niha nikare li kolanan mafê xwe yê çalakiyê bi kar bînin. Lê ji bo saziyên nêzî dewletê ev qeexe ne derbasdarin. Me heta niha li hemberî van qedexeyan serê xwe netewand û em ê tu caran jî serê xwe netewînin.” 
 
‘Em li derve jî daxuyaniyê didin sûc e li hundir jî sûc e’
 
Hevseroka Komeleya Piştevaniya Malbatên Hikûmxwar û Girtiyan (TUHAY-DER) Kudret Temel da zanîn ku ji ber qedexeyan ew nikarin dengê girtiyan û binpêkirina mafên girtiyan bidin bihîstin û wiha got:” Li girtîgehên Tirkiyeyê û heremê binpêkirina mafên girtiyan her roj zêde dibe. Em ji bo ku ji dengê girtiyan re bibîn deng çalakiyan û bernameyan li dar dixin. Lê her bernameyek me û civînek me ya bi malbatan re wekî sedema qedexeyan nîşan didin û çalakiyên me betal dikin. Ji girtîgehan cenaze derdikevin û her wiha binpêkirin gihiştiye asta herî bilind. Lê ji bo şermezarkirina van bûyeran destûr nadin em daxuyaniyekê jî bidin. Ji me re dibêjin ger hûn çalakiyê bikin ji bêdeng bin. Em daxuyaniyê ji derve dikin suc e, li saziyên xwe didin suc e. Saziyên me dorbêç dikin û kesên ku  dikevin saziyê di GBT'ê re tên derbaskirin. Ji bo aramiyê divê ev qedexe bên rakirin.”
 
'Dixwazin dengê têkoşînê qut bikin'
 
Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) ya Wanê Gulcan Kacmaz Sagyigît ji destnîşanî qedexeyên walî kir û diyar kir ku li tu devera cîhanê mînaka van qedexeyan nayê dîtin û ev tişt got:” Ji dîrokê de heta niha civakan li dijî bêmafiyê  mafê xwe yê demokratîk bi çalakiyan pêk anî. Lê li Tirkiyeyê bi salane bajêrên kurdan bi qedexeyan tên rêvebirin. Bi qedexeyan bajaran ber bi talûkeyê ve dibi. Qedexe tu caran ji pirsgirîkên gel re nebûne çareserî. Zêdebûna tundî,destavêjî û komkujiyan bêdengkirina gel e. Kesên ku li dijî neheqiyê dengê xwe bilind dikin, yan tên binçavkirin û yan ji tên girtin. Dixwazin dengê têkoşînê qut bikin û qedexeyan ferz bikin. Lê çawa ku me jinan duh ev qedexe nas nekirin, em îro jî nas nakîn û em ê sibê ji nas nekîn. Heta ku em hebîn wê têkoşîna me bidome.”