Şêniyên Mexmûrê êrişên dewleta tirk ên li ser Şengalê şermezar kirin

  • 17:35 17 Çile 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Şêniyên wargeha penaberan a Ş.Rustem Cudî bi daxuyaniyek êrişên li ser Şengalê ya ji aliyê dewleta tirk ve di 15’ê Çilê de hat pêkanîn şermezar kirin û her çar cangoriyên azadiyê ku di vê êrişê de şehîd ketin bi bîr anî. 
 
Şêniyên wargeha penaberan a Ş.Rustem Cudî bi daxuyaniyek êrişên li ser Şengalê ya ji aliyê dewleta tirk ve di 15’ê Çilê de hat pêkanîn şermezar kirin û her çar cangoriyên azadiyê ku di vê êrişê de şehîd ketin bi bîr anî. Daxuyanî li Saziya Malbata Şehîdan ji hêla Endama Koordînasyona Meclîsa Îştarê Nûran Sezgîn ve hat dayîn. Beriya daxuyaniyê di şexsê Ş. Zerdeşt, birayê wî Ş. Şervan, Ş. Êzdîn û Ş. Hemîd ku di encamê êrişa li ser Şengalê de hatin şehîd xistin ji bo tevahî şehîdên şoreşa azadiyê yek deqe rêz hat girtin û bi diruşmeya “şehîd jîn in, jiyan in, nemir in” dest bi daxuyaniyê hat kirin. 
 
‘Bi Şahadeta Zekî Şengalî xwestin tevahî gelê Şengalê bê pêşeng bihêlin’
 
Daxuyanî ji aliyê Endama Koordînasyona Meclîsa Îştarê Nûran Sezgîn ve hat dayîn. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku bi şehîdxistina Zekî Şengalî jî hatibû xwestin ku gelê Şengalê bê pêşeng bimîne û wiha hat gotin: “Sê roj berê di 15’ê Çilê de me bûyerek pir xemgîn û pir bi êş li ser çapemeniyê bihîst. Weke tê zanîn Şengal 74 caran bi qirkirin û jenosîdekî re rû bi rû maye. Lê gelê Şengalê her tim ji xwe bawer li ser lingê xwe sekinîne. Dema 1999’an Rebertî dîl hat girtin, dijminê dagirker û bêbext gotin ‘me serî wan girtî ye, dê êdî govde belav bibe’. Keç û xortê vê şoreşê û vê têkoşînê li derdorê Serokatî bûn xelekek ji agir, bûn mertalek zindî. Serokatiya me heta îro jî parastin. Serokatiya me çiqas di bin tecrîdek giran de be jî, di xwedî derketinê de ti caran lawazî derneketiye. Bi dil û can wargeh, şehîd, şervan û gel her tim bi Serokatiya xwe re bûye yek. Dema ku dijmin nikaribû ji Serokatiya me tiştek bike, vê carê xwestin bi tolgirtinên cûda li ser Êzidxanê, li ser gelê Kurd bidin meşandin. Bi şehadeta Ş. Zekî Şengalî xwestin tevahî gelê Şengalê dîsa bê pêşeng bihêlin.”
 
Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wek gelê wargeha Şehîd Rustem Cûdî ew ê her tim li pişt gelê Şengalê bin û daxuyanî bi van gotinan bi dawî bû: “Wek gelê wargehê em vê komployê şermezar dikin. Bila gelê Şengalê baş zanibe ku wargeha Şehîd Rûstem Cudî kengî pêwistiyek li Şengalê hebe em piştevaniya wan dikin. Her tim em ê bi wan re tev bigerin û em gelê Şengalê ti caran bi tenê nahêlin. Li ser vê esasê bangawaziya me ji bo wijdanê gelan re ew e ku, ger mijdanê mirovahiyê hebe divê xwedî derketina gelê Şengalê hebe. Li ser vê esasê em vê komploya bêbext şermezar dikin. Ji bo malbatê her çar hevalan em dubare  sersaxiyê dixwazin, êş û azarên wan em parve dikin. Bila dijmin vêya pir baş zanibe ku gelê Şengalê ne bi tenê ye. Şervanên heval Zekî, şervanê heval Bêrîvan, şervanên heval Zerdeşt her tim tola şehîdên xwe distînin û xwedî li wan derdikevin. Li ser vê esasê careke din em her çar hevalan bi bîr tînin bejna xwe li hemberî wan ditewînin. Û ji dijminê xwe re jî dibêjin ‘heya ku dilopek xwîn di laşê jin û xortên wargehê de hebe dê Şengalî her tim li ser piyan bimînin, gelê Şengalê ne bi tenê ne’.”
 
Daxuyanî bi diruşmeya ‘Şehîd Namirin, Bijî Serok Apo, Bijî Berxwedana Şengalê’ bi dawî bû.