Gelo kesa di dîmen de Gulîstan e?
- 17:20 17 Çile 2020
- Rojane
DÊRSIM - Dozgeriyê diyar kir ku dîmenekî dibe aîdê Gulîstan Doku ya ku 13 roj e agahî jê nayê girtin be hatiye dîtin û anî ziman ku ji bo tespîtkirinê ew ê dîmen kontrol bikin.
Li Dêrsimê ji 5'ê Çileyê de agahî ji xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulîstan Doku nayê girtin û îro derbarê rewşa wê de pêşketinek çêbû. Dozgeriya Komarê ya Dêrsimê diyar kir ku dîmenekî dibe aîdê Gulîstanê be hatiye dîtin û ji bo tespîtkirinê wê bê kontrolkirin.
Dozgeryiê diyar kir ku dîmen ji aliyê wesayiteke ku di rêya Pertek Xerpêtê re derbas dibû ve bi kamerayê hatiye tespîtkirin û agahî bi malbata wê re parve kir. Li ser vê agahiyê malbatê careke din bi dozger û walîtiyê re hevdîtin kir.
Di hevdîtina ku bi alîkarê walî re hat kirin de hat diyarkirin ku lêgerîna Gulîstanê berdewm dike û heta ku bê dîtin wê lêgerîn bidome.