Bavê ku êrîşa zayendî li zaroka xwe kir hat binçavkirin

  • 17:01 17 Çile 2020
  • Rojane
AMED - Li navçeya Karazê bavê ku êrîşa zayendî li zaroka xwe kir zaroka xwe  kir hat binçavkirin. Piştî bûyerê zarok birin li leyliyê bi cih kirin. 
 
Li Navçeya Karazê ya Amedê zaroka 16 salî ku bavê wê êrîşa zayendî lê  kir tişta bi serê wê de hatiye bi nameyekê bi Komeleya Rengarenk Umutlar re parve kir. Piştî komeleyê name bi Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê re parve kir, Nûnerên baroyê li gel cendirmeyan çûn gund û zarok birin li Navenda Şopandina Zarokan a Amedê bi cih kirin. Piştî bûyerê cendirmeyan îfadeya bav girt û bav binçav kirin. Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê li ser hesabê twitterê daxuyanî da û diyar kir ku dê şopdarê bûyerê bin.