Şêniyên Kampa Serdemê daketin qadan

  • 14:49 17 Çile 2020
  • Rojane
ŞEHBA - Şêniyên kampa Serdemê bi dirûşma "Welat welatê me ye, na ji dagirkeriya osmaniya re" ji bo 20'ê çileyê daketin qadan.
 
Ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên 20’ê Çileya 2018’ an ên li ser Efrînê Meclîsa Kampa Serdemê li Kantona Şehbayê meşek li Wargeha Serdemê li dar xistin. Di meşê de şêniyên Efrîn û Şehbayê, endam, sazî û dezgehên sivîl amade bûn. Di meşê de wêneyên komkujiya Til Rifetê û pankartên bi nivîsa "Nebin hevkarên dagirkeriya tirk", "Na ji qetilkirina zarokan re", "Diktator Erdogan mirovên bê suc û guneh dikuje" û  "Bijî berxwedana Serdemê" hatibû hildan. Meş ji wargeha Serdemê dest pê kir. 
 
Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê li ser navê Meclîsa Kampa Serdemê Idrîs Weqas û li ser navê Kongreya Star a kampê Salîhe Mihemed axivîn û gotin: "Di 20’ê Çileya 2018'an de dewleta tirk bi hemû hovîtiya xwe êrîşên xwe da destpêkirin, bi bêdengiyên navnewtewî ev hovîtî û êrîş hate domandin, lê li hember kiryar, hovîtî û bêdengiya cîhanê sekna gel derket holê û bi yekbûna gel û piştgiriya hêzên xwe YPG-YPJ’ê 58 rojan, destanên lehengiyê hatin nivîsandin. Bi rihê berxwedana gel û sekina azad wê Efrîn rizgar bibe."
 
Meş bi dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê" bi dawî bû.