'Şêniyên Şehbayê ji bo Abdullah Ocalan hestên xwe nivîsandin'

  • 14:29 17 Çile 2020
  • Rojane
Fîdan Abdullah
 
ŞEHBA - Yekîtiya jinên ciwan ya herêma Efrînê li çalakiya Kongreya Star ya xwepêşandanê, sindoqek danîn da ku gel ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hêstên xwe binivîsînin. Jinên ciwan axivîn û gotin: "Em weke jinên ciwan tevlî çalakiya Kongreya Star ya xwepêşandanê ya ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Serok Apo bûne. Me jî sindoqek daynî, ji bo ku gel hêstên xwe ji bo Rêber Apo binivîsîne."
 
Li çalakiya Kongreya Star ya xwepêşandanê ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Yekîtiya Jinên Ciwan sindoqek danîn ji bo ku gel hestên xwe ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan binivîsin û bînin ziman. Têkîldarî mijarê jinên ciwan nêrînên xwe parve kirin.
 
'Bi sedan kesî hêstên xwe ji bo azadiya Rêber Apo nivîsand'
 
Xezal Îbo di derbarê sindoqa ku daynîne axivî û wiha got: "Em weke jinên ciwan tevlî çalakiya Kongreya Star ya xwepêşandanê ya ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Serok Apo bûne. Me jî sindoqek danî, ji bo ku gel hêstên xwe ji bo Rêber Apo binivîsîne. Kesên ku name ji bo Rêber Apo dinivîsîne, xwesteka wan ew e ku name bigihêje destê Rêber Apo. Em wek ciwan ji bo azadiya Rêber Apo amade ne û çi ji me were xwestin em ê pêk bînin, ji ber azadiya Rêber Apo azadiya mirovahiyê ye. Bi sedan gel hêstên xwe ji bo azadiya Rêber Apo nivîsand."
 
'Em ê her li ser piya bin û têkoşîna xwe mezin bikin' 
 
Rîhan Şikrî jî hêstên xwe wiha parve kir: "Me sindoq vekir da ku gel hêstên xwe ji bo Rêber Apo binivîsînin. Armanca me ya sereke jî azadiya Rêber Apo ye. Em ê her li ser piya bin û têkoşîna xwe mezin bikin ji bo azadiya Rêber Apo."
 
'Em li dijî tecrîd û komployan her li ser piya ne'
 
Erengîn Birîmo jî li ser çalakiyê wiha axivî: "Em ê her di nava çalakiyan de bin, ji bo azadiya Rêber Apo. Em wek Gelê Kurd li ser piyan in heta em tecrîd bişkînin. Tenê xwestekek me heye ew jî Rêber Apo di nava xwe de bibînin û bi me re bijî."