Li girtîgeha Jinan a Sîncanê pirtûk hatin topkirin

  • 14:27 17 Çile 2020
  • Rojane
ENQERE - Li Girtîgeha Jinan a Sîncanê hat diyarkirin ku hemû pirtûkên cîldên wan qalind bi hinceta "Rêveberên payebilind ên rêxistinê li vir in û tedbîrgirtinê" hatin topkirin. 
 
Mehtap Kiyar a ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê girtî ye, di nameya ku ji ajansa me re şand de, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan vegotin. Mehtabê diyar kir ku di rojên borî de li qawîşan hemû pirtûkên cilîdên wan qalind, bêyî ku tu sedemekê vebêjin  bi gotina "talîmatê"  hatine topkirin û wiha berdewam kir: "Heta bi ferhengên me top kirin. wekî ku ferhengê cîldên wan tenik hebin.  Bawer im wê bi taybet ji bo girtîgehan ferhengên cîldên wan tenik çap bikin.  Ji ber ku Tirkiye welatê girtîgehan ne her tişt dikare bê kirin." 
 
'Ji gotina rêveberê payebilind ê rêxistinê qesta wan çi ye?'
 
Mehtabê diyar kir ku wan derbarê topkirina pirtûkan de ji rêveberiya girtîgehê agahî xwestine û rêveberiyê bersîva "Bi tedbîra ku rêveberên payebilind ên rêxistinê li vir in"  girtine.  Mehtap wiha berdewam kir: "Em bi gelek binpêkirinên mafan re rûbirû dimînin. Lê vê derê ji xwendekaran heta bi rêveberên rêxistinan gelek kes girtî ne. Em ji her kesî li benda hestiyariyê ne."