Li Mêrdînê kesê Şehrîbanê qetil kir hat girtin

  • 13:48 17 Çile 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Li Mêrdînê Mehmet Salih Kirmizigul ê ku Şehrîban Çati(28) qetil kir ji aliyê dadgeha ku lê hat darizandin ve hat girtin. 
 
Li taxa Yenîşehirê ya navçeya Artuklu ya Mêrdînê di 15'ê Çileyê de Mehmet Salîh Kirmizigul ê ku Şehrîban Çat (28) qetil kir piştî îfadeta wî ya li emniyetê anîn edliyeya Mêrdînê. Mehmet Salîh Kirmizigul, piştî lêpirsîna wî ya li dozgeriyê sewkî dadgeriya 1'emîn a Sulh Cezayê hat kirin û li dadgehê bi sûcdariya "Bi qestîk kes kuştiye" hat girtin û şandin girtîgehê.