Qeyûm tabelaya bi navê Ayşe Şan daxist

  • 11:42 17 Çile 2020
  • Rojane
WAN - Qeyûmê tayînî Şaredariya Bêgirê hat kirin, Mêvanxane û Pirtûkxaneya Jinan a Ayşe Şan a ji aliyê rêveberiya HDP’ê ve hatibû çêkirin girt û tabelaya wê daxist. 
 
Di hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adara 2019’an de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li navçeya Bêgirê ya Wanê bi ser ket û şaredariyê bi rê ve bir. Hevşaredarên Bêgirê Leyla Balkan û Yilmaz Şalan di 6’ê Kanûna 2019’an de hatin binçavkirin. Li ser fermana Wezareta Karê Navxweyî hevşaredarên HDP’yî ji wezîfeyê hatin girtin û Qeymeqamê Bêgirê Erkan Savar wek qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin. Hevşaredar Yilmaz Şalan di 9’ê Kanûnê de hat girtin û Hevşaredar Leyla Balkan jî hat berdan. 
 
Piştî ku qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin bi qeflekirina deriyê Mêvanxane û Pirtûkxaneya Jinan a Ayşe Şan ku di 11’ê Mijdarê de hatibû vekirin de dest bi kar kir. Endamên HDP’î yên Meclîsa Şaredariya Bêgirê diyar kirin ku piştî ku qeyûm hat tayînkirin kêliyek jî deriyê Mêvanxane û Pirtûkxaneyê nehatiye vekirin û deriyê wê ji xizmetê re hatiye girtin. Qeyûm bi girtina deriyê avahiyê re bi sînor nema, tabelaya navê Ayşe Şan lê hatibû nivisandin jî daxist. Avahî niha bêtabela hatiye hiştin.