Remzîye Tosûn: Ew ê bi yekîtiya neteweyî hêviyê bi ser bikeve

  • 09:29 17 Çile 2020
  • Rojane
Berîtan Canozer
 
AMED - Parlamentera HDP'ê Remziye Tosyun derbarê "Komxebata Netweyî" ku wê di çarçoveya xetên tifaqa neteweyî de bê lidarxistin axivî û got ku yekitiya neteweyî ji bo gelên Rojhilata Navîn girîng e. Remziye wiha got: "Di yekitiya neteweyî de wê kurd, fars, ereb, suryanî, ermenî û tirk bi ser kevin. Her wiha wê hemû gelên Rojhilata Navîn bi ser bikevin."
 
Ew ê li Amedê bi beşdarbûna 9 partiyên kurd "Komxebata Yekîtiya Neteweyî" bê lidarxistin. Ew ê "Komxebata Yekîtiya Neteweyî" di 18'ê Çileyê de li Sûra Amedê bê lidarxistin û du rojan dewam bike. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Remziye Tosûn behsa girîngiya komxebatê kir û ji bo yekîtiya neteweyî bang kir. 
 
'Bi qapana ji bo kurdan hatibû danîn gelên din jî dîl hatin girtin'
 
Remziyeyê anî ziman ku li Rojhilata Navîn ji aliyê sîstema kapîtalîst ve ol, zayendperestî kûr dibe û wiha got:"Sedema pirsgirêkên ku îro kûr dibe zihniyeta baviksalarî û modernîteya kapîtalîst e. Li Rojhilata Navîn her dem yekîtiya gelê kurd hedef hat girtin. Bi qapana ji bo kurdan hatibû danîn gelên din jî dîl hatin girtin. Loma divê hemû gel bibin yek û li dijî zihniyeta baviksalar û moderniteya kapîtalist li berxwe bidin."
 
'Ew ê jin bibin hêza rêya derketandina ji dojehê'
 
Remziyeyê bal kişand ser hêza jinê û wiha got:"Dema gelê kurd yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bînin wê demê ew ê bi gelên din re pirsgirêkên xwe bikaribin çareser bike. Bi yekîtî û wekheviyê em dikarin çareseriyê ji pirsgirêkên Rojhilata Navîn re bibînin. Ev yek jî ew ê bi pêşengiya jinê bibe. Çimkî jin ji dîrokê heta niha bûye pêşenga jiyanek hevpar û demokratîk. Ew ê jin bibin hêza rêya derketandina ji dojehê."
 
'Ew ê bi yekîtiya neteweyî hêviyê bi ser bikeve'
 
Remziyeyê herî dawî wiha got:"Em wekî gelê kurd dema yekîtiya xwe pêk bînin ev yek ew ê ji bo me û di heman demê de ji bo hemû gelan deriyê aştîyê û azadiyê veke. Di yekitiya neteweyî de wê kurd, fars, ereb, suryanî, ermenî û tirk bi ser kevin. Her wiha wê hemû gelên Rojhilata Navîn bi ser bikevin. Ew ê wekhevî û edalet bi ser bikeve.Ew ê bi yekîtiya neteweyî hêviyê bi ser bikeve. Ew ê zalim û sîstema kapîtalîst têk biçe. Em ê bi hev re di komxebata yekîtiyê de li ser rêya parastina destkeftiyên gelê kurd biaxivin. Ji bo destkeftî û yekîtiya gelê kurd em dikarin çi bikin em ê li ser vê yekê bisekinin. "