Walîtiyê belavokên kongreya HDP'ê qedexe kir

  • 12:20 31 Kanûn 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Walîtiyê belavokên HDP'ê yên ji bo 3'yemîn Kongreya Awarte ya di 4'ê Çileyê de ew ê pêk were, qedexe kir. 
 
Dê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 4'ê Çileyê de 3'yemîn Kongreya Awarte ya xwe li dar bixe. Walîtiyê qedexeya 30 rojî ya çalakiyan wekî hincet nîşan da û belavokên HDP'ê yên ji bo 3'yemîn Kongreya Awarte ya di 4'ê Çileyê de ew ê pêk were, qedexe kir. 
 
Her wiha hat hînbûn ku polîsên ku teblîgat ji rêxistina HDP'ê re biriye diyar kirine ku ger belavok bên belavkirin ew ê binçavkirin çê bibin.