Gelek herêm li sîvîlan hat qedexekirin
- 11:45 31 Kanûn 2019
- Rojane
ŞIRNEX - Li Şirnexê, 15 herêmên zêdetir tevahiya bejahiya Şirnexê dihewînin nava xwe weke "Herêma Taybet a Ewle" hat îlankirin û ji sivîlan re hat qedexekirin.
Walîtiya Şirnexê, li 15 herêmên girêdayî navend û navçeyên Şirnexê weke "Herêma Taybet a Ewle" îlan kir û têketina van herêman ji sivîlan re qedexe kir. Herêmên ku hatine qedexekirin hema bêje tevahiya Şrinexê dihewînin nava xwe.