'Yên ku havînê zeviyên me şewitandin îro dixwazin axa ma dagir bikin'

  • 09:16 31 Kanûn 2019
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
HESEKÊ - Fatma Ehmed Bekir a 60 salî tevî hevserê xwe yê astengdar li gundê Um El-Xêr ku car caran rastî êrîş û topbarana dewleta tirk û komên wê tên dijîn. Fatimayê teqez kir ku kesên hatine xaka wan dagir bikin heman kesên ku havînê zeviyên wan şewitandine.
 
Têkoşîna Fatma û hevserê wê yê astengdar li gundê Um El- Xêr a ku 700 metre bakurê gundê Leylan e, ku di bin serweriya çeteyên Cebhet El-Nusrayê ye de ye û 15 km rojavayî Navçeya Til Temir dikeve mînak e. Fatima bi pez û çêlekan debara xwe dike. Fatmayê anî ziman ku ew ê axa xwe terk neke. 
 
'Rêveberiya Xweser ji Rêjîma Sûriyeyê zêdetir xizmeta gel kir'
 
Fatmayê serdema Rêjîmê û Rêveberiya Xweser wiha anî ziman:"Bi rizgarkirina herêmên me ji çeteyên Cebhet El-Nusra û DAIŞ'ê di sala 2013'an heya 2015'an de me nefeseke azad û kûr kişand. Rêveberiya Xweser xizmeta gel kir. Rêjîma Sûriyeyê tiştekî nekir. Di bin sîwana Rêveberiya Xweser û QSD'ê de em jiyaneke herî xweş û aram jiya û ew in yên ku nirxên civakê parastin û her diparêzin jî."
 
'Îsal ez nikarim erdê xwe biçînim, ji ber çete guleyan berdidin min'
 
Fatmayê bal kişand ser metirsiya wan ji çandiniya îsal û wiha dewam kir:"Dewleta tirk û çeteyên wê hemî alav, pêdiviyên jiyanî û pêwîstiyên şêniyan dizîn û talan kirin. Zêdetirî 250 donim erdê me heye, lê em ditirsin û nikarin ceh û genim lê dînin, ev jî ji aliyekî de zirarê digihîne aboriya me ya malê. Berî çend rojan min garis diçinî û hew min nedît ku gule wekî baranê bi ser min de tên, min hewl da xwe bigihînim taldeya xaniyê çêlekê heya ku tiştek ji min neyê. Îsal em nikarin erdê xwe biçînin."
 
'Hevserê min astengdar e, şervanan got em hene û we tenê nahêlin'
 
Fatmayê wiha pê de çû: "Hevserê min ev 10 sal in astengdar e. Ez her pê re dibim alîkar, lê di vî şerî de da ku ez rastî zehmetiyan neyêm şervanên Meclisa Leşkerî a Suryanî ji min re gotin: Dayê! Qet netirse û xeman nexwe, em hene, eger tiştek bû jî em ê we biparêzim. Bila çete exlaqê şervanên me ji xwe re wekî mînak bigirin dest."
 
'Yên havînê zeviyên me şewitandin îro dixwazin axa me dagir bikin'
 
Fatmayê daxwaz kir ku dewleta tirk û komên wê ji xaka wan derkeve û wiha dawî li gotina xwe anî:"Bila biçin dojehê, bila dewleta tirk xwe û çeteyên xwe ji vir bikşîne. Tiştekî wan li cem me tune ye û eger dixwaz in axa me dagir bikin em ê li ber xwe bidim. Yên ku di havînê de zeviyên me şewitandin îro dixwazin axa me dagir bikin. "