Mexmûriyan bi meşeke girseyî tecrîd şermezar kirin

  • 16:40 30 Kanûn 2019
  • Rojane
MEXMÛR - Ji bo şermezarkirina tecrida li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocelan , şêniyên wargeha mexmurê meşeke girseyi li darxistin.
 
Rêberê PKK’ê Abdulah Ocelan ku ev 20 sale di zindana Imrali de ye, her roja ku diçe tecrid bi hêcetên cur bi cur li ser tê giran dikin. Ji bo şermezarkirina tecrida li ser Rêberê PKK’ê gelê Kurd li welat û derveyî welat li ser piyan e. Li wargeha penaberan a Şehid Rustem Cudî (mexmur) bi pêşengtiya meclisa Îştar meşek girseyi hat lidarxistin û tecrîd hat şermezarkirin. 
 
'Rêber Apo lîstika li Rojhilata Navîn aşkera kir'
 
Meş bi duruşmeya ‘Tecrid sucê mirovahiyê ye’ bi tevilbuna hezaran kesî ji ber deriyê şarederiyê dest pê kir, di meşê de polsterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin hilgirtin û dirûşim hatin berzkirin. Meşa ku heta ber ber deriyê Nurertiya Neteweyên Yekbûyî berdewam kir bi daxyaniyekê bi dawî bû. Beriya daxuyanî bê dayîn ji bo pakrewanên azadiyê deqeyek rêz hat girtin.  Daxuyani ji aliyê endamê Kordinasuna Meclisa Îştar Pakistan Bilen ve hat dayin û wiha hat gotin: “Em baş dizanin yekane rêya çareseriya qeyran û kaosa  Rojhilata Navîn îradeya gelan ango xweseriya demokratîk ku mîmarê wê birêz Abdullah Ocalan e. Bîrêz Abdullah Ocalan vîn, bawerî û hebuna Gelê Kurd e.  Ji ber vê yekê di kesayeta birêz Ocalan de gel ango netewek tê tecrîtkirin. 20 salin ku vîna gelê Kurd tê tecrîtkirin. Dî sedsala 21'ê  de ku cîhan û mirovahî heta qirikê di nava dagirkerî,tunebun û hejarîyê de digevize de ,pergala kapital ya kurtêlxwer ji bo dirêjkirina temenê xwe ,tevahiya şer xistiye Rojhilata Navîn.  
 
Ev hêz bi parçekirina hêzên Rojhilata Navîn û bi xapandina Bihara Ereban 20 sale şer li Rojhilata Navîn û Kurdistanê didin meşandin û xwe jî weke hêza rizgarker derdixin ser dika dîrokê. Cîhan û gelên Rojhilata Navîn jî bi vê didin xapandin. Lê belê Rêber Apo ev lîstik aşkera kir.  weke hêz û pergala alternatîf bi tevgera azadiyê û Gelê Kurd re pergala Netewa Demokratîk danî holê û bi vê xeta sêyem a Rojhilata Navîn ji qeyrana heyî derxist û pêş xist.”
 
'Êrîşî destkeftiyên Gelê Kurd kirin'
 
Di daxyaniyê de bal hat kişandina ser kiryarên AKP’ê di Rojhilata Navin  de û wiha hat berdewamkirin: “Ji bo şikandina tecrita girankirî a liser Rêber Apo di Kanuna 2018 an de bi pêşengiya Leyla Gûven,girtiyên PAJK û PKK ê li welat,seranserî cîhan û zindanan çalekiya greva birçîbunê û ya mirinê hate destpêkirin di encama 6 mehan de hevtîtin hatin pêkanîn û ev bû sedema bîhfirehiyekê .  Piştî hilbijartinan hukumeta tirk cardin bi hincetên cur bi cur hevdîtin dan qedexekirin. Di salvegera komployê de  êrîşî destkeftiyên Gelê Kurd kirin û li rojavayê Kurdistanê li pêş çavê cîhanê komkujî pêk anîn, bi sedan jin û zarok hatin qetilkirin , bi hezaran malbat hatin koçberkirin, bi vê re polîtîkaya guhertina demografya Kurdistanê jî kirin meryetê. Di vir de armanç pêşîlêgirtina avakirina pergala xweseriya demokratîk ango desteserkirina vîna gelan e. 
 
Li bakurê Kurdistanê jî bi girtina şaredariyan ev yek dan pêkanîn. Li kêleka van hemu êrîşan ,herî  dawî cezayê disiplînê da  vîna Gelê Kurd Rêber Apo.  Ji bo şkandina vê tecrîtê Gelê Kurd û dostên wan îro li her deverê li ser piyan e. Ji ber ku em baş dizanin yekane rêya çareseriya qeyran û kaosa  Rojhilata Navîn îradeya gelan ango xweseriya demokratîk ku mîmarê wê birêz Abdullah Ocalan e”
 
'Em Rêber Apo vîna xwe dibînin'
 
Di dawye de bang li Netewên Yekgirtî û saziyên mafên mirovan jî hat kirin û ev tişt hat  gotin : “Li ser vê yekê em weke gelê Wargeha Şehîd Rustem Cûdî birêz Ocalan vîn,hebun û Rêberê xwe  dibînin û tecrîta li ser tê meşandin li ser xwe dibînin. Em bang li tevahî Gelê Kurd, Dostên Gelê Kurd, hêzên demokrat û kesên xwedî wijdan dikin ku ji bo şkandina tecrîda li Îmralî her kes dakeve qadan û hêzên berpirsyar vediwxînin ku erka xwe pêk bînin . Ev banga me ji bo CPT, Dadgeha Mafên Mirovan û hemu aliyên berpirsyar e.” 
 
Daxyani bi duruşmeyên, "Bijî Serok Apo", "Bijî yekitiya Gelê Kurd’ bi dawî bû.