Li Mexmûrê dewreya perwerdê ya jinan bi dawî bû

  • 15:57 30 Kanûn 2019
  • Rojane
MEXMÛR - Perwerdeya ku bi navê Pîroz Mawa hatî destpêkirin bi pîrozbahiyek hat bidawîkirin. 
 
Dewreya perwerdeya ku bi navê Pîroz Mawa hatî destpêkirin bi dawî bû. 35 jin tevlî perwerdeya ku li Mexmûrê hatî destpêkirin bûn. Perwerde 20 rojan dom kir û piştî bi dawîbûna perwerdeyê ji bo jinan belge hatin dayîn. Endama Meclîsa Îştarê Cîhan Kaplan di dawiya perwerdê de axivî.
 
Cîhan, di axaftina xwe de bal kişand ser mijarên perwerdê û got: "Bi giştî mijar li ser jinê bû di vê çarçoveyê de perwerde hat dayîn. Ev tişt ji bo pêşketina jinê girîng bû. Dewreya me 20 rojan dom kir. Ji bo gelê Kurd salek zor û zehmet bû. Lê ligel zor zehmetiyan dîsa li hemberî dijmin serî nedewandin. Em ê bi perwerdeyên xwe bersivek bidin dijmin.”
 
Perwerdeya jinan bi pîrozbahiyek bi dawî bû.