'Heta roja îro komplo dewam dike'

  • 14:39 30 Kanûn 2019
  • Rojane
ŞEHBA - Li hember tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Kongreya Star a Efrînê li bajaroka Til Rifetê daxuyaniyek da. 
 
Bi pêşengtiya Kongreya Star a Efrînê, li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li bajaroka Til Rifetê ya girêdayî Kantona Şehbayê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de bi dehan endamên Kongreya Star, Yekîtiya Jinên Êzîdî, sazî û meclîsên sivîl amade bûn. Jinên ku tevlî daxuyaniyê bûne wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsa "Soza me, em ê pergala Îmraliyê hilweşînin û bi Serok Apo re azad bijîn" hilda bûn. Daxuyanî ji aliyê endama KPC-D Rûken Nasen ve hat xwendin.
 
'Tecrîda li ser Rêber Apo girantir dibe' 
 
Daxuyanî wiha ye: "Li Rojhilata Navîn Gelê Kurd di bin hişmediyeke yekperest de koletî lê hat ferzkirin. Rêber Apo serî hilda û ji bo azadî û wekheviya Gelê Kurd şer kir. Di destpêka şoreşê de di nava çiyayên azad herikî. Ev şoreş hêdî bi hêdî hemû gerdûn hembêz kir. Fikir û felsefeya Rêber Apo li dijî zihniyeta kapîtalîst bû, lewma komplo li ser Rêber Apo hat meşandin û heya roja îro jî komplo dewam dike. Ev çend salên dawî her ku diçe tecrîda li ser Rêber Apo girantir dibe. Jina kurd xeta têkoşînê hilbijart. Li ber çavê cîhanê hevdîtin tên astengkirin û tecrîd girantir dibe. Em weke Kongreya Star û hemû saziyên jin, bang li tevahî cîhanê dikin ku li dijî tecrîdê rabin. Em weke jin her şopdarên Serokê xwe ne û ji bo azadiya Rêberê xwe em ê her şer bikin."
 
Daxuyanî bi dirûşma "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.