Xwendevanên Efrînê dest bi ezmûna nîvê salê kirin

  • 13:03 30 Kanûn 2019
  • Rojane
Hesna Muhemed
 
ŞEHBA - Xwendevanên Efrînê dest bi ezmûna nivî salê kirin. Mamoste û xwendevanên Efrînê axivîn û gotin: "Xwendevanên Efrînê wê hebûna xwe bi fêrbûna zimanê dayikê îspat bikin."
 
Li Şehbayê xwendekarên Efrînê, dest bi ezmûnên xwe yên nîvê salê kirin. Ezmûnên xwendekaran di 22'yê kanûnê de dest pê kirin û  dê di 14'yê çile de bi dawî bibe. Di heman çarçoveyê de mamoste û xwendekarên Efrînê nêrîna xwe parve kirin.
 
'Xwendekar hebûna xwe bi fêrbûna zimanê dayikê ispat kirin'
 
Mamosteya Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Efrînê Hikmet Hisên di derbarê ezmûnan de axivî û wiha got: "Me li Şehbayê ev 2 sal in dibistanên xwe vekirine. Li hember hemû zehmetiyan xwendekar berxwedanek bê hempa dikin û xwendina xwe dewam dikin. Fêrbûna zimanê dayikê cihê kêyfxweşî û serkeftinê ye. Em di wê bawerî û hêviyê de ne ku xwendekarên Efrînê wê hebûna xwe bi fêrbûna zimanê dayikê ispat bikin."
 
'Em dibistanên xwe bi zimanê dayikê dixwînin'
 
Xwendevan Evrîn Reşîd a refa 11'an dixwîne, daxwazên xwe ji xwendina  zimanê dayikê wiha anî ziman: " Em li dibistana Şehîd Çekdar a navçeya Fafînê ya Şehbayê dixwînin û nêzî 2 hefte ye me dest bi ezmûna nivî salê kiriye. Em ê bi xwendina zimanê dayikê asta xwe jî pêş bixînin. Ruxmê em koçber in, lê em dibistanê xwe bi zimanê dayikê dixwînin."
 
'Em dixwazin vegerin bajarê xwe Efrînê'
 
Xwendekar Fîdan Elo refa 6'an dixwîne hêviyên xwe wiha parve kir: "Em bi hêvî ne, hemû xwendekar di asta serkeftinê de cihê xwe bigirin. Hêvî û daxwazên me ew in ku sala bê li Efrînê bi zimanê dayikê xwendina xwe bidomînin."
 
'Bi zimanê xwe şer bikin û axa xwe rizgar bikin'
 
Xwendevan Şiyar Mihemed a refa 3'yem dixwîne  daxwazên xwe wiha anî ziman: "Em zarokên Efrînê li Şehbayê xwendin û asta fêrbûna xwe ji zimanê kurdî re dom dikin. Niha jî em ji ezmûna nivî salê re derbas dibin. Em xwe gelek diwestînin û dixwînin ji bo ku asta pêşketina me li hember dijmin zêdetir bibe û bi zimanê xwe jî em şer bikin û axa xwe rizgar bikin.”