‘Sala 2020’an wê dawiya dagirkeriya dewleta tirk be’

  • 09:03 30 Kanûn 2019
  • Rojane
Xezne Celal
 
KONANÊ - Jin û zarokên Kobanê bi hatina sersalê re daxwaz û hêviyên xwe wiha vegotin: "Em bi hêvî ne ku sala 2020’an bibe sala serkeftina Gelê Kurd û dawiya dagirkeriya deweleta tirk."
 
Bi nêzîkbûna sala 2020’an hê jî şer li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike û bi xwe re jî mirin, wêrankirin û koçberkirina gel tîne. Şêniyên Kobanê bi hatina sala 2020’an re di mal û dikanan de darên sersalê amade dikin û bi hêviya serkeftinê wê sala 2020’an pêşwazî bikin. Her wiha amadekarî ji bo sersalê di Eywena Newroz de tên kirin û wê di şeva sersalê de gelê Kobanê li wir sersalê pîroz bikin. Jin û zarokên Kobanê bi hatina sala 2020’an hêviyên xwe ji ajansa me re anîn ziman.
 
'Bi hêvî me ku sala 2020’an bibe sala serkeftinê û azadiya Rêber Apo'
 
Jina bi navê Bêrîvan Îsmaîl bi hêvî ye ku sala 2020'an bibe sala serkeftinê û got: "Di sala 2019’an de me gelek zehmetî dîtin. Bi taybet di van mehên dawiyê de piştî ku dewleta tirk û hevkarên wê Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin. Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemû pêkhate bi awayekî wekhev bi hevdu re dijîn. Dewleta tirk jî bi armanca derxistina tevlîheviyê di navbera pêkhateyan de û tunekirina şoreşa jinê êrîşên herêmên me dike. Hêviya me bi şervanên QSD’ê heye ku wê parastina me, welatê me bikin û em ê jî piştgiriya wan bikin. Me di sala 2019’an de gelek bedel dan, lê li hemberî wê me serkeftin jî bi dest xist û dawiya çeteyên DAIŞ’ê anî. Çawa ku şervanên QSD’ê sala 2019’an dawiya DAIŞ’ê anîn, wê di sala 2020’an de jî dawiya dagikeriya dewleta tirk bînin. Bi hêvî me ku sala 2020’an bibe sala serkeftinê û azadiya Rêber Apo.”
 
'Em hêvî dikin ku dawî li şer were û em bi aramî bijîn'
 
Cîhan Elî jî teqez kir ku bi salane dewleta  tirk êrîşî herêmên Bakurê Sûriyeyê dike û wiha pê de çû: "Em dixwazin dawî li şer were û em bi aramî bijîn. Sala 2020’an bibe sala serkeftinê û şêniyên ku ji ber êrîşên dewleta tirk koçber bûne, bajarên wan werin rizgarkirin û vegerin cih û warên xwe. Bi hêvî me ku di sala 2020’an de Gelê Kurd yekîtiya xwe xurt bike û bi hevdu re dawiyê li dagirkeriya dewleta tirk bînin.”
 
'Em ji welatê xwe hez dikin'
 
Zaroka bi navê Darîn Mihemed a ji Kobanê daxwaz dike ku di sala 2020’an de li welatê xwe bi aramî bijî û wiha got: "Em ji welatê xwe hez dikin û em dixwazin di welatê xwe de bijîn û bi zimanê dayikê dibistana xwe berdewam bikin. Em naxwazin Erdogan êrîşî me bike ji ber zarokan dikuje. Em ê heta dawiyê li ser axa xwe bin. Em dixwazin sersala me xweş derbas bibe, zarokên koçber bûne vegerin dibistan û malên xwe. Di sala nû de dixwazim rijandina xwînê bê rawestandin."