ROJEVA 30'YÊ KANÛNA 2019'AN

  • 09:00 30 Kanûn 2019
  • Rojev
*Girtîgeha Bunyanê ya ku her tim bi binpêkirinên mafan tê rojevê, hat îdiakirin ku rêveberiya girtîgehê, komên girêdayê xwe ava kirine û ev kom jî li hember girtiyan îşkenceyan pêk tînin. DÎMEN HEYE
 
*Jin û zarokên Kobanê bi hatina sersalê re daxwaz û hêviyên xwe wiha vegotin: "Em bi hêvî ne ku sala 2020’an bibe sala serkeftina Gelê Kurd û dawiya dagirkeriya deweleta tirk." DÎMEN HEYE
 
*Rêveberiya Karkeriya Şûnwaran a herêma Efrînê Esmahan Ehmed di derbarê dizî û talankirina şûnwar û dîroka herêma Efrînê de axivî û got: "Êrîşên Erdogan yekem cihên dîrokî hedef girt. Efrîn gelek bi berhemên dîrokî dewlemend e. Gelek cihên dîrokî li Efrînê hatin rûxandin.”DÎMEN HEYE
 
*Ji avabûna Komera Tirkiyeyê heta roja îro gelek pirtûk hatin qedexekirin û hê jî qedexekirin û êrîşên li ser pirtûkan didomin. Têkîldarî qedexekirin û biryarên berhevkirina pirtûkan de nivîskara kurd Rengîn Kardelen axivî. 
 
*Meclîsa ku nîvê salê zêdetir bi betlanê derbas kir, di dema din jî ji bo AKP û MHP’ê xebitî. Pêşnûme û daxwazên komîsyonê yên ku partiyên muxalefetê dan jî hatin redkirin. Butçeya der barê jinan de, peşnûmeyên li hember şîdeta li ser jinan û daxwazên komîsyonê jî ji aliyê AKP û MHP’ê ve nehatin dîtin.
 
*Berdevka Meclîs Jinan a HDP’ê Dîrayet Dîlan Taşdemîr diyar kir ku di sala dawî ya siyaseta Tirkiyeyê de li dijî faşîzma ku AKP-MHP’ê hewl da mayînde bike, jin û gelan têkoşînek mezin daye û got: “Seranserê salê têkoşîna jinan mezin bû. Em dikarin vê ji bo hemû cîhanê jî bêjin.”DÎMEN HEYE
 
*Endama Tora Parastina Jinan Aysun Gençtanir, gotinên tehdîdê yên wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu yên li hember jinên strana ‘Las Tesîs’ gotin, rexne kir û wiha got: “Piştî OHAL’ê kolanên Enqereyê hatin qedexekirin û jin jî bi stranan daketin kolanan. Me ne tirs, me piştevanî û cesaret girt û Soylu jî pê li butona serhildanê kir.” DÎMEN HEYE
 
*Li Nisêbînê mêrê bi navê Îrfan Rauf Oz ku esnafî dikir li hember zaroka 13 salî ya astengdara zîhnî sê salan bi tehdîd û şantajê îstîsmara zayendî pêk anî. Îrfan Rauf Oz girtî tê darizandin. Her wiha derketibû holê ku mêrê bi navê M.S.S jî li hember zarokê îstîmara zayendî pêk aniye. M.S.S piştî fadeyê hat berdan.
 
* Jinên Êzidî sala 2019'an wekî sala tolhildanê bi nav kir. Di nav salê de 242 jin û zarokên Êzidî ji destê çeteyên  DAÎŞ’ê hatin rizgar kirin û radestê malbatên wan hatin kirin. Jinên êzidî li gel êrişan dîsa xebatên xwe yên rexistinbûnê domandin. 
 
*Li Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê jinan li dijî DAÎŞ'ê destkeftiyên mezin bi dest xistin û sala 2019'an li qadan bi serhildanê derbas kirin. Jinan li qadan bi çalakiyên ku kirin bersiv dan gef û êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê. Jinan di nava salê de di qada çand, huner, siyaset, aborî û perwerdeyê de îmze avêtin binê serkeftinên nû. Çalakiyên jinan ên 8'ê Adarê û 25'ê Mijdarê xurt derbas bû. Di vê salê de yek jê mijarên ku derketin pêş jê ev e ku jinên YPJ'ê ala dawî ya DAÎŞ'ê li Baxozê daxist. Bi hezaran DAÎŞ'î teslîmî QSD, YPJ û YPG'ê bûn.