Fîlîz Kerestecîoglu: Şer dibe sedema pêşketina zihniyeta baviksalarî

  • 15:25 29 Kanûn 2019
  • Rojane
AMED - Fîlîz Kerestecioglu ya HDP'î di axaftina forma bi navê 'Şer, şîdet û binpêkirina mafan' ya TJA'yê de wiha got:"Şerên ku li ser gotina namûsê derdive dibe sedema pêşketina zihniyeta baviksalarî. Bi mîlîtarîzma li Tirkiyeyê jin li qada şîdetê tê dûrxistin. Di heman demê de tundiya li ser jinê zêde dibe."
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), li avahiya HDP'ê  forma bi navê 'Şer, şîdet û binpêkirina mafan' li dar xist. Dayikên Aştiyê, Aktivîstên TJA'yê, Parlamenterên HDP'ê yên Amedê, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz, Hevserokên Şaredariyan û gelek kes beşdarî forûmê bûn. Moderatortiya forumê Zelal Bîlgin kir. Parlamentera HDP'ê ya Enqereyê Fîlîz Kerestecîoglu, Parêzer Gazal Koruman, Parêzer Oyku Çakmak wek axaftvan beşdarî forûmê bûn. Forum bi rêzgirtina ji bo jinên di têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane hat destpêkirin.
 
'Şer mejiyê mirov dagir dike'
 
Fîlîz Kerestecîgolu wiha got:"Şer herî zêde zirarê dide jinan. Şer mejiyê mirov dagir dike. Zextên li ser nasmaneya gelê kurd û di heman demê de li ser zimanê kurd bû sedema êşên giran. Jin bi ji ber aloziyê bi tundiya zayendî û laşî rû bi rû hatin hiştin. Loma em mezinkirina hêza jinê diparêzin."
 
'Bi rêya aştiyê ew ê lihevkirin pêk were'
 
Fîlîzê wiha dewam kir:"Li ser vê axê bi awayekî zêde êş, sirgûn, koçberî hatine dîtin. Em li dijî van êşan derkevin an bêdeng bisekinin? Divê em bifikirin. Aştî ne bi hevdîtinin li paş maseyan ancax bi civakê re mirov bibe yek û bê gel hevdu pêk were. Bi rêya aştiyê ew ê lihevkirin pêk were."
 
Forum bi pêşandana Parêzer Gazal Koluman û Oyku Çakmak dewam dike.