Rêveberiya Xweser ji bo xwendekarên Kampa Waşokanî alîkarî kir

  • 15:11 29 Kanûn 2019
  • Rojane
HESEKÊ - Rêvberiya Xweser ji bo xwendekarên dibistana kampa Waşokanî alîkarî kir.
 
Artêşa tirk û hevkarên wê di 9’ê cotmehê de êrîşî bajarê Serkaniyê û Girê Spî kirin, di encamê de bi hezaran sivîl koçber bûn. Rêveberiya Xweser ji bo bi rêxistinkirin û alîkariya koçberan kampa Waşokanî ku 12 km  dikeve Rojavayê Bajarê Hesekê de da avakirin. Ji ber sermaya zêde zarokên kampa Waşokanî pêdiviya wan ji alîkariyê hene.
 
Îro Rêveberiya Xweser hezar û pêncî û du (1052) bot li zarokên kampa Waşokanî belav kir. Di destpêkê de li xwendekarên dibistana kampa Waşokanî ji refa yek û şeşan ji temenê 3,4 û 5 salî re hate pêşkêşkirin.
 
Têkîldarî vê mijarê Berdevka Rêveberiya Dibistanan a kampa Waşokanî Fatma Mihemed teqez kir ku di 22’yê çileyê de wan dest bi vekirina dibistanê kir û wiha got: "54 mamoste ji bo dibistanê hatine erkdarkirin. Her wiha hejmara zarokên dibistana Waşokanî 1200 xwendevan in. Wekî desteya perwerdeyê me pêwistiyê xwendinê pêşkêşkir û îro Rêveberiya Xweser bot li wan belav kir."  
 
Fatmayê da zanîn ku zarok ji ber demsala zivistanê pêwistiya wan bi alîkariyê heye û wiha dewam kir: "Ji ber sermaya zêde û heriyê zarok pir nexweş dikevin, hin zarok bê gore tên dibistanê û hin jî bi pêlavên vekirî dibin barîna baranê de tên dibistanê ji ber wê gelek caran zarok bi girîbê dikevin.
 
Fatmayê di dawiya axaftina xwe de got: "Armanca me avakirina nifşekî bi exlaq û polîtîk  e. Kesên ku dibin sedem zarok ji dibistanên xwe dûr bikevin sûcê herî mezin dikin."
 
Xwendekar û zarokên kampa Waşokanî bi belavkirina botan pir kêfxweş bûn û spasiya Rêveberiya Xweser kirin.