'HDP hêvî ye'

  • 13:32 29 Kanûn 2019
  • Rojane
ENQERE - Endama PM'a HDP'ê Nadiye Gurbuz di Konferansa Herêma Anatolyaya Hundur de axivî. Nadiyeyê got:"Em ê bên gel hevdu, bi hev re di nava şêwirmendiyê de bin û em ê diyar bikin ku di vê mijarê de HDP hêvî ye."
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Konferansa xwe ya Herêma Anatolyaya Hundur li Navenda Partiya HDP'ê li dar xist. Piştî rêzgirtinê konferansê dest pê kir. Endama PM'a HDP'ê Nadiye Gurbuz axaftina destpêkê kir. Nadiyeyê got:"Em demeke dirêj e ku di  çarçoveya mijarên siyasî de nîqaşan dikin. Ji bo xwe ji nû de bi rêxistin bikin, ji bo em werin gel hevdu, ji bo têkoşîna li dijî faşîzmê, girîng e."
 
'HDP hêvî ye'
 
Nadiyeyê wiha dewam kir:"Niha kirîzek mezin heye û ji bo îktidara faşîst a AKP-MHP ji bo ev neyê dîtin hewil dide. Lê li dijî faşîzmê em ê bên gel hevdu, bi hev re di nava şêwirmendiyê de bin û em ê diyar bikin ku di vê mijarê de HDP hêvî ye. Em demeke dirêj e ku di  çarçoveya mijarên siyasî de nîqaşan dikin. Ji bo xwe ji nû de bi rêxistin bikin, ji bo em werin gel hevdu, ji bo têkoşîna li dijî faşîzmê, girîng e. "