'Dê sala nû bibe sala serkeftinê'

  • 09:03 29 Kanûn 2019
  • Rojane
Dilûcan Bozî
 
KOBANÊ - Jinên ku beşdarî civîna Kongreya Star a salane bûne axivîn û wiha gotin: "Em ê di sala 2020’î de hêviyên hemû jinan pêk bînin."
 
Kongreya Star ya Kantona Kobanê civîna kar û xebatên salekê  li navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê li dar xist. Di civînê de Rêveber û hemû endamên saziyên girêdayî Kongreya Star, rêxistina sara, Jineolojî, komîn, meclis, asayiş, HPC’ê JIN, tenduristî amede bûn. Di civînê de nirxandina kar û xebatên sala 2019’an hatin kirin. Kongreya Star civîn li di çarçoveya Kantonê de li darxist û şandeyek ji Girê Spî tevlî civînê bû. Di vê çarçoveya  civînê  de jinên ku beşdarî civînê bûne nêrîna xwe parvekirin.
 
'Bi hêza jinê wê dagirkerî têk biçe'
 
Îslim Elî Hecî da zanîn ku di sala 2020’î de zihniyeta ku bi salane tê meşandin wê bi riya perwerdeyan têk biçe û wiha domand: "Sala 2019’ an saleke tijî bû, lê li hemberî wê kêmasî jî derdiketin holê. Şerê ku niha dijmin dide meşandin şerê taybet e û dijmin her şerê jinê dike. Nirxandinên berfireh di civînê de hatin kirin û rewşa jinê û rêxistinkirina jinê hat dest girtin. Gelek pişniyar hatin kirin ku em di sala nû de hîna hêz û têkoşîna xwe mezin bikin. Ji ber ku proja herî rast a li Rojavayê Kurdistanê projeya netewa demokratîk e.  Wê ev proje ji hemû dewletan re bibe mînak. Her kes dizane bê jin jiyan nabe  û ev proje jî bi destê jinê tê meşandin. ji ber wê jî wê serkeftin ya me jinan be."
 
'Bi riya perwerdeyan zîhniyeta zilam biguherin'
 
Rîma Cilwan jî ku ji pêkhateya ereb e di axaftina xwe de bal kişan ser rewşa jinan û wiha pêde çû: "Îro em beşdarî civîna Kongreya Star bûne. Rewşa jinê başe, lê pêwîst dike ku em hîna li ser rewşa jinan hûr hur bibin û jinan di perwerdeyan re derbas bikin. Herewiha ne tenê jinan di heman demê de zilaman jî. Ji ber zilam hîna li gorî zîhniyeta baviksalar diçin. Ev jî demeke dirêj dixwaze, lê hewldanên me hene em vê zihniyetê ji holê rakin û li şûna wê hevjiyana azad û demokratîk ava bikin.”
 
'Em ê tu carî nehêlin dagirkerî karê me lewaz bike'
 
Miha Hemid ya ji Girê Spî ye jî teqez kir ku wê jin bi hêza xwe planên dewleta tirk vala derxînin û wiha got: "Civîn bi awayekî baş hat lidarxistin, rewşa siyasî, rêxistinî û rewşa jinê hat nirxandin. Di rewşa rêxistinî de jina ereb dikaribû heta astekê rola xwe di nava civakê de bilîze, lê di hînek aliyan de em kêm man. Di van mehên dawiyê de şerekî qirêj hat meşandin, lê em tu carî nahêlin dijmin li hemberî karê me bibe asteng û em ê karê xwe dewam bikin."