'Em hêvî dikin ku ev sal bibe sala serkeftina Gelê Kurd'

  • 09:01 29 Kanûn 2019
  • Rojane
Rojda Seyidxan
 
QAMIŞLO - Bi nêzîkbûna sala nû re, jinên bajarê Dêrikê hêvî û daxwazên xwe ji bo salê anîn ziman û gotin: "Em hêvî dikin ku di sala nû de dagirkerî bi dawî bibe û kesên ku koçber bûne vegerin li ser axa xwe."
 
Sala 2019’e  li Bakur û Rojhilatê Sûriyê saleke bi êş û zehmetî bû. Divê salê de dewleta tirk êrîşî gelek bajaran kir. Di encamê de Girê Spî û Serêkaniyê dagir kir û her roj kiryarên dewleta tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriye didomin. Têkîldarê sala nû ya 2020'î jinên Dêrîkê yên Kantona Qamişloyê daxwazên xwe parve kirin.
 
'Tevî hemû êrîşan em ê li ber xwe bidin'
 
Şêrîn Yusif hêviya xwe ya ji sala nû wiha parvekir: "Ez sala nû li hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz dikim. Sala 2019'e saleke pir bi êş bû ji bo me  û bûyerên gelek bi êş hatin serê me. Dewleta tirk û çeteyên wê êrîşî axa me kirin, Girê Spî û Serêkaniyê dagi rkirin û gelê me koçber kirin. Bi hezaran sivîl revandin, îşkence û qetîl kirin. Tevî hemû êrîşan em ê li ber xwe bidin, welatê xwe rizgar bikin û kesên koçber vegerînin cihê wan. Hêviya me ew e ku sala nû bibe sala serkeftina Gelê Kurd. "
 
'Ji bo ku dijmin nikaribe bikeva axa me divê em bibin yek'
 
Eyşe Nadir jî hevî û daxwazên xwe wiha anîn ziman: "Ez sala nû li Rêber Apo pîroz dikim. Sala borî saleke gelek zahmet bû ji bo me. Ji ber ku gelên li rojavayê Kurdistanê dijîn, ji aliyê dewleta tirk ve tên hedef girtin. Ji bo sala nû daxwaza min ew e ku gelê kurd bibe yek ku hêzên dagirker nikaribin bikevin axa me."