Mexmuriyan Komkijiya Roboskê Şermezar kir

  • 15:44 28 Kanûn 2019
  • Rojane
MEXMUR - Li wargeha  penaberan a  mexmurê komkijiya Roboskê hat şermezarkirin. 
 
Komkijiya Roboskê ku di 28'ê kanuna 2011' an de 34 kesên ji gundê Roboskê yê giredayî Qilabana Şirnexê ku piraniya wan zarok bun bi bombebarana balafirên dewleta Tirk hatin qetilkirin. Îro li wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî  (Mexmur) bi beşdarbuna gel ya bi posterên 34 kesên ku di komkojiya Roboskê de hatin qetilkirin hatin hildan û bi daxuniyekê ev komkoji hat şermezarkirin.
 
Beriya daxuyanî  dest pê bike ji bo giyanê hemu Şehîdên tekoşina azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê Hevserokê  Diwana Meclîsa Gel  Edban Yilmaz ve hat dayin.
 
' Di diroka gelê kurd de bi dehan car qetliam hatine kirin'
 
Di destpêka daxuyaniyê de wiha hat gotin:" Em li ser navê Meclîsa Gel û Saziya Malbatên Şehîdan ev qetliama ku li ser gelê Roboskê hat kirin şermezar dikin û êşa wan parve dikin. Di diroka Gelê Kurd de bi dehan car qetliam li ser Gelê Kurd hatine meşandin, bi şewazên cur be cur.   Mînakên van Komkujiyan ên wekî li Geliyê Zilan , Dêrsim , Amed, Agirî , Helepçe û herî dawî ya bercav Rojava ye Kurdistanê ye ku bi bombebaranê zarokên vî gelî hatin qetilkirin."
 
' Ew 34 kesên hatin qetilkirin zarok û ciwan bun'
 
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser  kesên ku li Roboskê hatin qetilkirin û ev tişt hat gotin:"Ew 34 kesên ku hatin qetilkirin piraniya wan zarok û ciwan bun, biryara vê qetliamê ji aliyê dewleta tirk ve hat dayin û bi balefiran  hatin bombebarankirin. Ev  8 sal di ser bûyerê re derbas bûn,  Lê heta niha ji tu êrişkar û berpirsek nehatiye cezakirin."
 
' Roboskê, Dersim, Maraş , Agirî û Helepçe tu caran nayên jibirkirin'
 
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:" Pewistî heye ku em wekî Gelê Kurd qetlimanên ku li ser me tên kirin û qetilkirinên ku li Rojnava û her çar parçeyên Kurdistanê tên kirin ji bîr nekin. Em êşa malbatên bi qetlîamê re rûbirû man parve dikin. Em wekî gelê wargehê tu caran Roboskê, Dersim, Maraş , Agirî û Helepçe ji bir nakin. Bi qetliaman nikarin îradeya me têk bibin. Derbarê wan buyeran de pewistî bi zelalbunekê heye û em bang dikin ku mafê mirovan xwadî li ber pirsyartiya xwe derkevin."
 
Daxuyanî bi duruşmên "Bijî Serok Apo","Şehîd na mirin " bi dawî bu.