Wesayita polîsan welatiyekî din qetil kir

  • 11:07 28 Kanûn 2019
  • Rojane
AMED - Polîsên ku ev salek e avahiya HDP'ê  dorpêç kirin, wesayita wan wi welatiyê bi navê Cîhan Can qelibî û di encamê de Cîhan jiyana xwe ji dest da.
 
Polîsên Hêzên Çevîk ku ji 20'ê mijdara 2018’an de li pêş avahiya HDP'ê ya Amedê barîkat danîne û dorpêç kirine, ciwanê 33 salî yê Endezyarê Înşaetê Cihan Can qetil kirin. Wesayita polîsan şevê din li pêş avahiya HDP'ê ya Amedê li Cîhan qeliband û pelçiqand. Di bûyerê de Cîhan jiyana xwe ji dest da. Di dîmenên kamera de jî hat dîtin ku dema Cîhan, di  kolanê re derbas dibe, polîs wesayitê li Cîhan diqelibînin û di bin teker de dipelçiqînin. Li gel ku ajokar Cîhan ferq dike ku li pêş maşîneyê ye jî bêyî ku raweste lê diqelibîne û derbas dibe. Piştî welatiyên der dorê ajokar hişyar dikin radiwestte.
 
 Piştî bûyerê Cîhan radikin nexweşxaneyek taybet a Amedê. Cîhan ji ber ku li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dide, ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattin Eyyubî. Dema Cîhan rakirin nexweşxaneyê vê carê polîsan Nexweşxaneya Dewletê dorpêç kir. Dema malbata cîhan û parlamenterên HDP'ê bûyer bihîstin hatin nexweşxaneyê.