Li Kobanê 1'emîn Pêşbirka Zaninê hat lidarxistin

  • 10:21 28 Kanûn 2019
  • Rojane
KOBANÊ - Bi pêşengtiya Akademiya Civaka Demokratîk a Kantona Kobanê 1'emîn pêşbirka zaninê derbarê dîroka Kurdistanê li navenda Baqî Xido a Çand û Hunerê hat lidarxistin.
 
Akedimiya Civaka Demokratîk a Kobanê di  26´ê kanûnê de bi armanca pêşketina civakê di aliyê zanin û lêkolînê de 1'emîn Pêşbirka zanînîn  di der barê dîroka Kurdistanê li navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê pêk anî û îro bi belavkirina xelatan pêşbirk bi dawî bû.  Pêşbirk ji 14´e koman pêhat. Roja yekemîn bi 7 koman hat destpêkirin û di roja 2'emîn de jî bi 7 koman bi dawî bû.  Her komek ji 5 kesan pêk hat û 5 pirs jî her komekê hatin pirsîn, hemû kom jî ji aliyê sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a Demokratîk ve hatin Ragihandin. Kesên tevli pêşbirkê bûn ji beşên Jineolojî, kanton, şaredarî, Kongra Star, tenduristî, edalet, zanîgeh, PYD´e, desteya hundirîn, Partiya Demokratîk Kurdî Surî û komiteya perwerdê beşdar bûn.
 
Bi sedan kes ji  Kobanê pêşbirk şopandin, pêşbirk bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, paşê endamê Rêveberiya Akadimiya Civaka Demoqratîk a herêma Firatê Şervan Mislim axivî û bal kişand ser girîngiya zanînê di nava civakê de û wiha got: "Em weke civaka Demokratîk a Kobanê armanca me ji vê pêşbirkê ew e ku em civaka xwe di aliyê çanda xwendinê, lêkolîn û zanînê de pêş bixin. Cara yekemîn em pêşbirgeke wiha li dar dixin, em ê her tim pêşbirkên bi vî rengî li dar bixin."
 
Piştî ku pêşbirk bi dawî bû, tîmên ku bi ser ketin hatin xelatkirin û xelatên wan ji aliyê malbatên şehîdan ve hatin dayîn.