Li dijî tecrîdê ciwanên Efrînê rabûn ser piyan

  • 10:19 28 Kanûn 2019
  • Rojane
ŞEHBA - Li hember girankirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ciwanên Efrînê meşa bi meşaleyî li gundê Ziyaretê yê girêdayî Efrînê li dar xistin.
 
Bi dehan ciwanên Efrînê li hember tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan serî hildan û meşek girseyî li dar xistin. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin hilgirtin.
 
Meşa bi heybet a ciwanan ji destpêka gundê Ziyaretê heta qada heman gunda gund berdewam kir. Piştî meşê bi deqeyek rizgirtina ji bo tevahî cengoriyên azadiyê, daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Fatma Mihemed hat xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Şerê ku li Rojhilata Navîn tê meşandin li ser esasê tunekirina mirovahiyê ye, bi taybet Gelê Kurd hedef tê girtin, ev yek jî destnîşan dike ku bi tecrîda girankirî a li ser Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan tê meşandin. 
 
Ji sala 2011’ an ve tecrîd her ku diçe girantir dibe. Weke ciwanên Efrînê em ê di bin hemû şert û mercan de şer bikin li ber xwe bidin û bi rêya bilindkirina xeta tekoşîn û serhildanê em ê bighînin azadiya Serok Apo."
 
Meş bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyana nabe" bi dawî bû.