Di oxira azadî û edaletê de rûyekî bi ken: Eyşe Mistefa

  • 09:19 28 Kanûn 2019
  • Rojane
Dilûcan Bozî
 
KOBANÊ - Endama Rêveberiya Mala Jinê û Berdevka Komîteya Edaletê Eyşe Mistefa yek ji jinên têkoşer û pêşenga berxwedana li dijî tundiya li ser Gelê Kurd bû. Eyşeyê di oxira şoreşê de canê xwe feda kir. Hevjîna birayê Eyşeyê Sebah Ehmed û rêhevala wê Şiha Elî guhdar behsa kar, xebat û têkoşîna Eyşeyê kirin.
 
Endama Rêveberiya Mala Jinê û Berdevka Komîteya Edaletê Eyşe Mistefa heta dawiya temenê xwe di nava kar û xebatên azadî û serxwebûnê de cihê xwe girt. Eyşeyê di encama teqîna mayinên çeteyên DAÎŞ'ê de jiyana xwe ji dest dide. Hevjîna birayê Eyşeyê Sebah Ehmed û rêhevala wê Şiha Elî guhdar behsa kar, xebat û têkoşîna Eyşeyê kirin.
 
Malbata Eyşe Mistefa ji 7 kesan pêk dihat. Ew bixwe zaroka malê ya 6' an bû. Di 45 saliya xwe de, di encama teqîna mayîna ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû danîn jiyana xwe ji dest da. Navê dayika wê Edla Mehmûd û navê bavê wê jî Mistefa Serxweş e. Di sala 1974'an de li gundê Xanika Avdo ya girêdayî navçeya Çelebî ya Kantona Kobanê çavên xwe li jiyanê vedike. Dibistana amedehiyî beşa wêjeyê bi zimanê erebî dixwîne û astek jî bi zaravayê Kurmancî xwendiye. Eyşe ji ber sedema nexweşiya dayik û xwişka xwe nazewice û bi awayekî dilxwaz wan xwedî dike. Malbata Eyşeyê 20 sal li bajarê Tebqayê dijî. Beriya şerê Kobanê bi demek kurt malbat derbasî bajarê Kobanê dibin. Di dema şerê Kantona Kobanê de bi malbatê re koçî Bakurê Kurdistanê dibe. Piştî rizgarkirina bajarê Kobanê di sala 2016'an de Eyşeyê bi endamên Mala Jinê re dest bi xebatan dike û bi gelek zehmetî û pirsgirêkên civakê re rû bi rû tê. Li beranberî hişmendiya baviksalarî gelek têkoşîn dide.
 
Eyşeyê di heman demê de cihê xwe di rêveberiya Mala Jinê de digire û berdevka Komîteya Edaletê bû. Ji bo bikaribe hem rêvebertî bike û hem jî jinan bi awayekî baş perwerde bike du dewreyên perwerdeyên bîrdozî akademiya Ş. Şîlan Kobanê dibîne. Eyşe ne tenê rêvebir e, di heman demê de 4 salan jî parestartî (hemşire) kiriye.
 
Eyşeyê û ajokarê maşîneya Mala Jinê Xalid Kemal di 30'ê tîrmeha 2019'an de dema ku ji konê çalakiya mertalên zindî yê gundê Ziyaretê ku girêdayî navçeya Qinê yê dikeve Rojavayê bajarê Kobanê bi 6 hevalên xwe yên jin di dema vegerê de, ji rêya ku li ber bajarê Cereblûsê derbas dibin û berê xwe didin bajarê Kobanê. Mayîna ku berê ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve li wir hatibû danîn pêlê dikin û di encama teqîna mayînê de Eyşe û Xalid jiyan xwe ji dest didin. 5 kes bi sivikî birîndar dibin û yek jî tenê ji ber zexta zêde bandor dibe. Eyşeyê li Goristana Ş. Dîcle ya Kobanê hate definkirin.
 
Me taybetmendî û jiyana Eyşeyê ji hevjîna birayê wê Sebah Ehmed û rêhevala wê Şiha Elî guhdar kir.
 
Taybetmendiyên Eyşeyê yên jiyanê çi bûn?
 
Sebah: Eyşeyê jineke pir jêhatî bû. Xwedî taybetmendiyên ji xwe bawer bû. Zane, dilnizm û xwedî taybetmendiyên xweş bû. Di her derê de xwedî hêz û vîn bû. Her tim dixwest pirsgirêkên gel çareser bike. Tevî Eyşeyê xizmeta dayik û xwîşka xwe jî dikir, lê karê xwe bi awayekî serkeftî dimeşand. Her tim hewldanên wê ew bûn ku jinan ji hişmendiya mêrên serdest biparêze û xwedî li jinan derdiket. Xwe di her aliyî de pêş dixist. Bi xwe re jî xebatên Mala Jinê xurt û mezintir dikir. Di hemû kêliyên jiyanê de rûken bû. Eyşeyê ne tenê bi malê re mijûl dibû. Di heman demê de xizmeta gelê xwe jî dikir.
 
Hûn dikarin bîranînek xwe ya bi Eyşeyê re ji me re vebêjin?
 
Sebah: Wekî ku min di destpêka gotinên xwe de jî dayî diyarkirin, Eyşeyê jineke xwedî edalet bû. Me demekê bi hev re di meclîsa edaletê de xebat dida meşandin. Dema ku em di meclîsê de bûn jî ew her bi awayekî bi edalet nêzî heval û dozên ku dihatin ber destên me dibû. Gelek caran min ji Eyşeyê re digot çima tu nazewicî. Lê wê her tim wiha bersiva min dida, digot 'dayik û xwişka min ji bo min weke zarokên min in'. Her wiha 'her jin ne neçarê zewacê ye'. 'Mirov bêyî ku bizewicin jî dikarin jiyanek xweş û bi rûmet bijîn û xizmeta civaka xwe bike'.
 
Hevaltiya Eyşeyê bi we û yên derdorê re çawa bû?
 
Şiha: Hevaltiya Eyşeyê hevaltiyeke rast û kamil bû. Bi taybetî hevaltiya wê ya bi jinan re gelekî xweş bû. Wê tu caran bê xebera hevalên kêleka xwe kar nedida meşandin. Wê dixwest ku her kes cihê xwe di nava kar de bigire. Her kes ji hevaltiya wê razî û bawer bû. Ew xwedî rihekî komînal bû. Eyşeyê li dijî hişmendiya mêran xwedî kesayetek têkoşer bû. Dema ku mêran zagonên mala jinê nedipejirandin û li dijî zagonên me derdiketin wê bi sebir û azweriyek mezin bi wan re têkoşîn dikir û ew didan qenehkirin. Her çendî civaka me xwedî taybetmendiyên feodal be jî, lê Eyşe her tim hewil dida ku kesayetên wê civakê biguherîne û pêşketin di hişmendiya wan de bide avakirin.
 
Çima dewleta tirk û çeteyên DAIŞ’ê jinan dikin armanca kiriyarên xwe û qetil dikin?
 
Şiha: Bi giştî dewlet li ser hişmendiya baviksalariyê hatine damezirandin û dewlet cihê mêran e. Dema ku jin têkoşîn dikin û şerê azadiya civakê didin meşandin mêr-dewlet ji hêza wan ditirse û jinan dike armanca şerên xwe. Di sala 2019'an de gelek jinên têkoşer bûn armanca şerê dewleta tirk û hevkarên wan. Mînak siyasetmedar Hevrîn Xelef, yadê Eqîde Osman, Amara Rênas û Eyşe Mistefa Elî jî yek ji van jinên pêşengên şoreşê bûn. Lê belê em weke jin, tu caran tola hevalên xwe li erdê nehêlin. Em ê bi xurtkirina têkoşînê bersiva dagirkeriyê bidin. Her roj li Tirkiyeyê jin tên kuştin û tu kes mafên wan naparêzin. Her wiha dixwazim bîranînek xwe jî ji were vebêjim. Carekê Eyşeyê got 'dibe ku rojekê ez ji nava xebatên Mala Jinê veqetim'. Lê daxwaza min ji we ew e ku hûn xwedî li jinan derkevin û nehêlin kes zordariyê li wan bikin'. Em soz didin Eyşeyê ku em ê her li pêy edaletê bin û mafê jinê biparêzin.