Di bin mizgefta hat hilweşandin de dîrok derket
- 09:19 28 Kanûn 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Li Qoserê li şûna mizgefta ku hatibû hilweşadin û ji bo ya nû bê çêkirin hîm hatibû danîn. Di bin hîmê ku hat danîn de dîwar û odeyên aîdê dema berê hatin dîtin.
Li taxa Koçhîsar a Qoser a Mêrdînê mizgeftek hatibû xerakirin û li şûnê hîmê înşata nû hatibû danîn. Di kolandina hîman de bermahiyên dîrokî derketin holê. Karekerên înşatê agahî dan rayedaran û li ser vê ekîbeke ji aliyê Midûriyeta Muzeya Mêrdînê ve hat cihê bûyerê û xebat meşandin. Înşata mizgeftê hat sekinandin û ser bermahiyan hat girtin û dora qadê hat girtin.
Şêniyên navçeyê diyar kirin ku ekîbê li vir 15 rojan xebat meşandiye û her wiha da zanîn ku ew rewşê gelek mereq dikin û divê demildest xebat ji nûve bên destpêkirin.
Hat îdiakirin ku ji ber Midûriyeta Muzeya Mêrdînê butçe nedaye xebat hatine rawestandin.