‘Ji bo Azîz nemire du kesên alîkarî da wî hatin girtin

  • 09:17 28 Kanûn 2019
  • Rojane
AMED - Hevjîna rojnameger Azîz Oruç, Hulya Oruç diyar kir ku ji bo Azîz nemire, du kesên alîkarî dabûnê, ji ber vê hatine girtin û got hemû tiştên hatine jiyîn senaryo ne.
 
Li navçeya Bazid a Agiriyê di 11’ê Kanûnê de rojnameger Azîz Oruç hat binçavkirin û di 18’ê Kanûnê de ji aliyê Dadgeriya Cezya Sulh a Bazidê ve bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hat girtin. Hulya Oruç diyar kir ku rojnamegerên çapemeniya alîgir jî şahidiya rojnamegeriya Azîz kirine û got tevî vê çapemeniya alîgir Azîz hedef girtiye.
 
‘Azîz ji ber zextan xwest derkeve derveyê welat’
 
Hulyayê daxuyakirin ku Azîz rojnamegere û got li Tirkiyeyê ji ber zextên li ser rojnamegeran Azîz xwestiye derkeve derveyê welat û ev du sal bû li Silêmaniyê dijiya. Hulyayê wiha got: “Azîz ji bo zarokên xwe hewl dida biçe Ewropayê. Ji ber ji zext û binçavkirinên Tirkiyeyê bêzar bibû. Azîz dema ku ji ser Ermenîstanê diçû Ewropayê, li Ermenîstanê hat girtin û daxwaza wî ya îltîcayê hat redkirin. Ermenîstan jî radestê Îranê dike. Sê rojan li wir tê girtin û îşkence lê tê kirin. Polîsên Îranê dest didin ser pere û alavên wî. Piştre ji bo Azîz bimire ji ser têlan davêjin alî Tirkiyeyê. Dema davêjin her derê bedena wî jî xêz dibe. Di wê sermaya tûnd de wî tazî, bê gore û pêlav davêjin wir. “
 
‘Ji bo Azîz nemire alîkarî dan’
 
Hulyayê wiha berdewam kir: “Du kesên alîkarî dane Azîz hatin girtin. Ji bo Azîz nemire alîkarî danê. Niha du kes ji ber me girtîne. Ji ber kesek xilas kirine tên darizandin. Ji ser Azîz û wan du kesan hewl dan rojevê biafirînin. Hewl dan Azîz bikin alava lîstikên siyasî. Ew jî dizanin ku tiştek wisa tune ye. Hemû ji senaryoyê pêk tê. Daxwaza me ev e ku Azîz û ew du kesên din bên berdan.”
 
Hulyayê destnîşan kir ku Azîz 7 sale rojnamegeriyê dike û got nûçeyên Azîz tespîta herî mezin a rojnamegeriyê ne û wiha dawî lê anî: “Azîz ji bo pîşeya xwe di hawirek azadtir de bike xwest biçe Ewopayê. Ez ji bo hemû kesên piştgirî dane Azîz spas dikim. Yên pê re eleqeder bûne. Ez bang li Edeleta ku tune dikim. Bila Azîz bê berdan.”