'Hêvî û daxwazên me yên 2020'an derketina tirkiye ya ji ser axa me ye'

  • 09:08 28 Kanûn 2019
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
HESEKÊ - Rêveber, endam û jinên koçber ên Navçeya Til Temirê daxwaz û hêviyên xwe yên sala 2019'an anîn ziman. Jinan wiha gotin: "Em ê her kêliya jiyanê bi berxwedan û têkoşînê derbas bikin û em daxwaz dikin ku dewleta tirk ji nav axa me derkeve."
 
Endam, rêveber û jinên koçber ên navçeya Til Temirê têkildarî sala 2019'an û 2020'an nirxandin kirin û daxwazên xwe anîn ziman.
 
'Serkeftina 2019'an hilweşandina paytexta DAIŞ'ê bû' 
 
Rêvebera Saziya Malbatên Şehîdan a Xabûrê, Cemîla Kako sala 2019'an wiha rave kir: "Piştî hilweşandina xîlafet û paytexta DAIŞ'ê ya li Baxozê êdî pêvajoya avakirinê ya ji nû de dest pê kir. Gel li herêmên ku ji tarîtiya DAIŞ'ê hatin rizgarkirin êdî bêhnek azad kişandin û di bin projeya Netewa Demokratîk de xwe bi rêxistin kirin.  Jiyana hevpar û xaka hatiye rizgarkirin rastî êrîşên dewleta tirk ve hat, jiyana gel dîsa ketiye nava metirsiyê. Bi hatina sersala 2020'an em hêvî dikin ku aştî û azadiya mayinde pêk werin."
 
'Daxwaza min a 2020'an vegera gundê xwe ye'
 
Nejah Ezîz ku ji gundê Miselta a girêdayî navçeya Zirganê ye û koçî navçeya Til Temirê bûye derbarê sala nû de daxwazên xwe wiha anî ziman: "Jiyana me ya herî xweş, dewleta tirk û çeteyan veguherand koçberî, dagirkerî û talanîyê. Daxwazên me yên sala nû ew e ku em vegerin mala xwe û dîsa bi aramî jiyana xwe berdewam bikin."
 
'Ev ji 8 salî zêdetir e gelên Bakur Rojhilatê Sûriyyê di nava berxwedanê de ne'
 
Endama Rêvebera Kongreya Star Elya Oglo jî wiha got: "Bi destpêkirina krîza Sûriyeyê gelên Bakurê Sûriyeyê xeta sêyemîn hilbijart û ev 8 sal in di nava berxwedan û têkoşînê de ne. Bi saya xwîna şehîdan û lehengiya wan bi hezaran kes û herêm ji terora Cebhet El-Nusra û DAIŞ'ê hate rizgarkirin. Bi dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî re jiyan nehat rawestandin. Berxwedana gel a li hember dagirkeran zêdetir bû."
 
'Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hafizaya parastina nirxên gel û koçberan e'
 
Elyayê diyar kir ku herêma herî ewle ji gel û koçberan re Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû û wiha dewam kir:"Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe bi rêxistin kir û hêza xwe ya parastinê ava kirin. Her wiha gelên ku ji ber şer li gelek bajarên Sûriyeyê neçarî koçberiyê bûn li vir dihatin bicihkirin û jiyana wan jî di aramiyê de bû. Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya bûbû hafizaya parastina çand, dîrok, hebûn, nasnameya gelan  û bi sed hezaran koçberên Sûriyeyê îro ji aliyê dewleta tirk ve tê hedefgirtin."
 
'Daxwaz derketina dewleta tirk a ji xaka me ye'
 
Elyayê di dawiyê de daxwaza xwe wiha anî ziman: "Em ê parastina nirx û destkeftiyên şoreşê bikin û her kêliya jiyanê bi berxwedan û têkoşînê derbas bikin û em daxwaz dikin ku dewleta tirk ji xaka me derkeve."