ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2019'AN

  • 09:00 28 Kanûn 2019
  • Rojev
*Endama Rêveberiya Mala Jinê û Berdevka Komîteya Edaletê Eyşe Mistefa yek ji jinên têkoşer û pêşenga berxwedana li dijî tundiya li ser Gelê Kurd bû. Eyşeyê di oxira şoreşê de canê xwe feda kir. Hevjîna birayê Eyşeyê Sebah Ehmed û rêhevala wê Şiha Elî guhdar behsa kar, xebat û têkoşîna Eyşeyê kirin. DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka Ragihandina Azad, Stêrk Gulo, derbarê rola rojnemegerên azad a di nava şer de û hedefgitina wan, nirxand û got: "Li hember hovîtiya dewleta tirk, ragihandina azad xwedî rastiyek ber bi çav bû. Rojnamegeran wehşeta dewleta tirk a di hundirê herêmên ku dagir dikir de ji tevahî cîhanê re parve dikir. Loma rojnemeger sembola heqîqetê ne."DÎMEN HEYE
 
*Rêveber, endam û jinên koçber ên Navçeya Til Temirê daxwaz û hêviyên xwe yên sala 2019'an anîn ziman. Jinan wiha gotin: "Em ê her kêliya jiyanê bi berxwedan û têkoşînê derbas bikin û em daxwaz dikin ku dewleta tirk ji nav axa me derkeve." DÎMEN HEYE
 
* Jina bi navê Fexiriyê Ibrahîm Sebrî  ya ji ber êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê koçberî Şehbayê bû diyar kir ku ew di warê tenduristiyê de di nava tengasiyê de ye û wiha got:"Ji ber qirîza dil, aliyê min ê rastê tevger nagere. Xwesteka min ew e ku ji nexweşiyan xilas bibim û wek berê li ser piyan bim." DÎMEN HEYE
 
*Krîza aborî ya ku her diçe kûr dibe û bixwe re pisgirêkan dertîne holê, rê li ber întîxaran vekir û her wiha jina avêt derveyê jiyana xebatê. Nûnera Aliyê Anatolyayê ya DEV-TESKTÎL’ê Gulnur Ertaş da zanîn ku krîza aboarî şîdeta li ser jinê zêde kiriye.  DÎMEN HEYE 
 
*Jinan diyar kirin ku Yekitiya Kurdan j bo Gelê Kurd girînge û gotin: “Yek ji pirsgirêka herî girîng ya Gelê Kurd yekitî ye. Divê li her çar parçeyan xwe bi rêxistin bikin û sînor bên şewitandin, tecrîd bê şikandin.” BI DÎMEN
 
*Jinên ji bazarê destvala vegeriyan, diyar kirin ku krîza aborî ji ber polîtîkayên şer yên desthilatdariyê pêk ye. Azîze Elmurat wiha got: “Em li malê lîsteyê amade dikin lê em li bazarê tenê çend parçeyan dikarin bigirin.” Medîne Berk jî bi lêv kir ku nikarin ji zarokên xwe re cotek gore bigirin û got wê heta ku derê vê îşkencê bikşînin. BI DÎMEN
 
*Hevjîna rojnameger Azîz Oruç, Hulya Oruç diyar kir ku ji bo Azîz nemire, du kesên alîkarî dabûnê, ji ber vê hatine girtin û got hemû tiştên hatine jiyîn senaryo ne.BI DÎMEN
 
*Li Qoserê li şûna mizgefta ku hatibû hilweşadin û ji bo ya nû bê çêkirin hîm hatibû danîn. Di bin hîmê ku hat danîn de dîwar û odeyên aîdê dema berê hatin dîtin. BI DÎMEN