'8 sal in edalet pêk nehatiye'

  • 15:21 27 Kanûn 2019
  • Rojane
RIHA -  Bi minasebeta salvegera Komkujiya Roboskê Rêxistina HDP’ê ya Rihayê daxuyanî da û got: “Divê edalet pêk bê, berevajî vê yekî zilm û cînayet e. Her roj Roboskiyên nû diqewimin.” 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Rihayê bi wesîleya Komkujiya Roboskê li avahiya xwe daxuyaniyek da. Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan, rêveberên HDP’ê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek welatî beşdarê daxuyaniyê bûn. Polîsan ji ber daxuyaniyê derdora avahiya HDP’ê dorpêç kir û nasnameyên welatiyên tevlî daxuyaniyê bûn kontrol kirin. 
 
Parlamenter Omer Ocalan gotinên “Wê ser vê bûyerê neyê girtin” ên Serokwezîrê wê demê Tayyîp Erdogan bi bîr xist û wiha axivî: "Mixabin em dibînin ku qetilkirina 34 welatiyên kurd li aliyekî niha li Rojava bi dehan zarok, kal û pîrên kurd tên qetilkirin. Polîtîkaya asîmîlasyon, talan û komkujiyê ya dewleta tirk li ser Gelê Kurd dewam dike.” 
 
'8 sal in li benda edaletê ne' 
 
Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Rihayê Emîne Çetînkaya jî diyar kir ku lêgerîna edaletê ya malbatên Roboskiyê ji aliyê îktîdarê ve tê astengkirin û bilêv kir: “Divê edalet û heqî pêk were. Adalet ew biryare ku di dema xwe de were cih. Berevajî vê yekê zilm e û cînayet e. Ji bo edaletê 8 sal demek dirêj e.” 
 
'Her roj Roboskêyên nû diqewimin'
 
Emîne, bi bîr xist ku di Komkujiya Roboskê dê 19 kes jê zarok bûn û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em îro ji bo şermezarkirina komkujiya Roboskê li vir kom bûne, lê li Rojavaya li ber me her roj zarok, extiyar, û jin tên kuştin û em dibin şahidê van kuştinan. Di şerê piştî pêvajoya çareseriyê ku hat xelaskirin de her roj Roboskiyên nû diqewimin.”