Ji ber berfê rêya gundan hat girtin
- 13:08 27 Kanûn 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Dersîm, Şirnex û Colemergê ji ber barîna berfê rêya bi sedan gund û mezrayan hat girtin.
Li Dersim, Colemêrg û Şirnexê ji ber barîna berfê rêya bi sedan gund û mezrayan hat girtin.
Ji ber barîna berfê ya duh êvarê li Dêrsimê dest pê kir rêya 161 gundan ji çûnehatê re hat girtin. Hat zanîn ku komên Rêya Bejahiyê û Îdareya Bajêr a Taybet ji bo vekirina rêyan dixebitin.
Berfê duh li navenda Şirnex û navçeyên Elkê û Qilebanê jî dest pê kir û bû sedema girtina rêya gundan. Li Elkê rêya 16 gund û 4 mezrayan û li Qilebanê jî rêya gundekî li çûnehatê hat girtin. Ji ber berfê gelek rêwiyên li ser rêya Şirnex û Qilebanê asê man.
Li gund û mezrayên girêdayî navenda Colemêrg û navçeyên wê jî ji ber berfê rêya gelek gund û mezrayan hat girtin.