Malbatan ji bo hevdîtinê serlêdan kir

  • 11:26 27 Kanûn 2019
  • Rojane
STENBOL - Malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û malbatên her sê girtiyên li cem Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. 
 
Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç ji bo biçin Îmraliyê li gel Ocalan hevdîtin bikin bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. 
 
Malbata her sê girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. 
 
Malbatan herî dawî di 12’ê Tebaxa 2019’an de li Îmraliyê hevdîtin pêk anîbûn. Ji 12’ê Tebaxê ve serlêdana malbatan tê redkirin.